DYA welatiyên xwe hişyar kir: Xwe ji Enqereyê vegirin
Sefaretxaneya Bilind a DYA, li hemberî êrîşên gengaz welatiyên xwe hişyar kir û ji wan xwest, xwe ji Enqereyê vegirin.
Sefaretxaneya Bilind a DYA, li hemberî êrîşên gengaz welatiyên xwe hişyar kir û ji wan xwest, xwe ji Enqereyê vegirin.
Daxuyaniya li ser mijarê li malpera înternetê ya Sefaretxaneya Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ya Enqereyê hat weşandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku agahî li ber destê wan hene wê li herêmê êrîş werin kirin û ji Amerîkiyan re hişyarî hat dayîn ku xwe ji herêmê vegirin.
Di daxuyaniyê de ji welatiyan hat xwestin ku xwe ji saziyên dewletê yên weke Anitkabîr, Fermandariya Hêzên Hewayî û Wezaretan vegirin.
Sefaretxaneyê her wiha ji welatiyên xwe xwest, ku bi xwe jî tedbîrên ewlekariyê bigirin û bi vê armancê nûçeyên li ser bûyerên li herêmê diqewimin, bişopînin.