DYA ji bo bikeve dilê Tirkan rojê milyonek dolar li dijî Kurdan dide!

DYA ji bo bikeve dilê Tirkan rojê milyonek dolar li dijî Kurdan dide!

Balyozê DYA yê Stenbolê Scott Kilner, ragihand ku ew rojê milyonek dolar ji bo şerê di navbera PKK’ê û Tirkiyeyê de didin Enqereyê.

Kilner ji rojnameya Cumhuriyetê re axivî û gazinc ji îmaja xirab a DYA’yê ya li Tirkiyeyê kir û diyar kir ku ji bo bikevin dilê gelê Tirk (!) rojê milyonek dolar ji bo têkoşîna li dijî PKK’ê xerc dikin. Kilner destnîşan kir ku raya giştî ya Tirk ev piştgiriyê kêm dibîne û got ku wana di salên dawiyê de piştgiriya sîxûrî ya ji bo Tirkiyeyê zêdetir kirine.

Kilner destnîşan kir ku DYA gelek beriya welatên Ewropayê PKK’ê xistiye “lîsta teror”ê û got ku wana ji bo ewlehiya sînor a Tirkiyeyê milyonek dolar mesref kiriye.

Lê di berdewama hevpeyvîna bi Kilner de, tê gotin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd “pevçûnên leşkerî ne çareserî ne”. Kilner der barê çareseriya DYA’yê de wiha got; “Em weke DYA’yê, dibêjin ku ji welatiyên Tirk ên bi eslê xwe Kurd xwe weke parçeyek ji vî welatî bibînin, formulên berfireh bêne amadekirin. Li gorî agahiyên min ji gera xwe ya li welat girtiye, ev hemwelatiyên Tirk (Kurd), dixwazin bi awayeke azad mîras û kevneşopiyên xwe yên cûda bijîn.”

DYA, di van demên dawiyê de li hemberî PKK’ê û Kurdan agahiyên sixûrî dide dewleta Tirk. Jixwe hatibû îdîakirin ku ku agahiya sîxûrî ya der barê Komkujiya Roboskî ya di 28’ê berfanbara 2011 de li navçeya Qilaban a Şirnexê pêk hat û di encamê de 34 Kurdên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn de, DYA’yê dabû artêşa Tirk.