DYA’yê gumanên xwe yên ji tenduristiya parêzvanê mafê mirovan û rojnamevanê Kurd Mihemed Sedîq Kebudwend ê li Îranê girtî ye û di greva birçîbûnê de ye anî ziman û bang li Îranê kir ku hemû girtiyên siyasî serbest berde.
Berdevka Wezareta Derve ya DYA’yê Victoria Nuland di daxuyaniyeke nivîskî de got; “Rewşa çalakê Kurd ê girtî Mihemed Sedîq Kebûdwend û parêzvana mafê mirovan Nêrgiz Muhemedî, bi awayeke lezgîn ber bi xirabiyê ved için, em ji vê yekê bi guman in.”
Nuland, destnîşan kir ku Kebudwend ji 26’ê gulanê ve di greva birçîbûnê de ye, û diyar kir ku rewşa her du girtiyên siyasî bi qasî ku tê zanîn krîtîk e. Rêveberiya Washingtonê bang li rayedarên Îranê kirin ku hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.
Li gor gotina hevsera Kebûdwend, Perînaz Baxban Hesenî, di hevdîtina ku bi hevserê xwe re hebû ye, zimanê Kebûdwend nagere û nikare bipeyive. Hevsera Kebûdwend ragihand ku rewşa tendurustî û ruhî ya Kebûdwend gelek xeter û got; “Pêwîstiyek cidî bi çareseriya lezgîna pijîşkî heye.” Kebûdwend mebesta greva hişk, protestokirina girtina çalakvanên Kurd ku piştgîriya wî kiribûn û rewşa xirab a girtîgehan ragihandiye.
BERDEWAMÎ HEYA 100 ROJAN
Kebûdwend pêştir di peyamekê de ragihandibû: “Eger dezgehên qezayî û rayedarên Hikumeta Îranê daxwazên wî cîbicîh nekin, ewê heya 100 rojan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam bike.
Mihemed Sedîq Kebûdwend, damezrênerê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK) ya li Rojhilatê Kurdistanê, di heman demê de sernivîskarê heftenameya Peyamê Merdom a Kurdistanê, ku ji bo sê salan hate qedexekirin bû.
HRW: BÊDILTÎ YE
Dîrektora Rojhilata Navîn a HRW’ê Sarah Leah Whitson di daxuyaniyda da de ragihand ku rojnamevanê Kurd Mihemed Sediq Kebûdwend ev nêzî 5 salan e di girtîgehê de ye û mualemeyên xirab re rû bi rû ye. Leah Whitson bal kişand ku Kebûdwend ji bo dîtina kurê xwe yê nexweş di greva birçîbûnê de ye û destûrnedana hevdîtinê weke “bêdilî” bi nav kir.
RÊXISTINA EFÛYÊ: DIVÊ KEBÛDWEND KURÊ XWE BIBÎNE
Rêxistina Efûya Navneteweyî bang li rêveberiya rejîma Îranê kir û xwest daxwaza rojnamevan û parêzvanê mafê mirovan ê Kurd Mihemed Sedîq Kebûdwend ku nêzî 50 rojan e di greva birçîbûnê de ye qebûl bike û bila Kebûdwend kurê xwe yê nexweş bibîne.
Di daxuyaniya ji aliyê Dîrektroa Rêxistinê ya Bernameya Rojhilata Navîn Hasiba Hadji Sahroui ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Kebûdwend tenê ji ber parastina mafê mirovan hatiye girtin û xwest ku çalakê Kurd di demeke zû de serbest bê berdan.
Kebûdwend, di gulana 2008’an de ji aliyê dadgehê ve hate vexwendin û ji ber avakirina Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK), bi henceta “li hemberî ewlehiya dewletê rabûye” hate suçdarkirin û herwiha ji ber ku têkiliyên wî bi rêxistinên navnetewî yên mafê mirovan re, 11 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.