Di rûniştina doza ku parêzerên Kurd jê tê darizandin de serokê dadgehê got; “daxwaz doh hatine kirin, daxwazin nû nayên girtin”. Ji ber vê helwesta dîwana dadgehê, alozî çêbû.
Rûniştina doza parêzerên Kurd ên ji ber ku tenê parêzertiay Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirine, hatin girtin, li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat.
Serokê Dîwana Dadgehê, ragihand ku duh daxwazên parêzerên parastinê haitn wergiritn û îro dê neyên wergirtin. Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli got; “Hûn bi vî awayî mafê axaftin û parastinê yê parêzeran asteng dikin. Mafek we yê bi vî awayî tune ye û hûn nikarin vê bikin.” Lê dîwana dadgehê dest bi xwendina îdîanameyê kir.
Serokê dadgehê xwest îddîaname were kurtkirin, parêzeran îtîraz kirin. Parêzerên girtî jî diyar kirin ku gotina “serkêşê rêxistina terorê” ya ji bo miwekîlê wan Abdullah Ocalan ne gotineke hiqûqî ye û îtîraz kirin.Serokê Dadgehê got; “Ji ber rêvebertiya rêxistinê hatiye darizandin.”
Piştî ku alozî mezin bû, navber dan rûniştin. Piştî navberê rûniştinê dîsa dest pê kir.