Hevsera Vedata Aydin, Şukran Aydin diyar kir ku piştî 21 salan, cara yekem nikare biçe serdana gorra hevserê xwe û got; “Ez ji KCK’ê hatim darizandin, ji ber wê çûm Başûrê Kurdistanê. Ev cara yekem e ez ji gorra Vedat dûr dikevim. Wî qetil kirin û dixwazim me jî di girtîgehan de bidin rizandin. Heman hişmendî berdewam dike.”
Hevsera Vedat Aydin, Şukran Aydin ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku kujerê hevserê wê dewlet bi xwe ye. Aydin got; “Ji roja destpêkê heta îro derî li ber me tên girtin. Tu pêşketinek di dozê de tune ye. ji ber ku cinayet bi haya dewletê pêk hatiye. Dewletê hevserê min kuşt. Dibêjin kujerê Apê Mûsa hatiye girtin. 18 sal in li Şirnexê bazirganiyê dike. Gelo nû hat hişê we? Ji bo hesabê hinekan wiha baş bû. Kujerê me jî ne kesek an jî ne keseke; dewlet bi xwe ye. Yê ku tetîk kişand tu carî ji bo min girîng nîne."
Şukran Aydin Serokkomar, Serokwezîr, Serfermandarê Artêşa Tirk, Wezîrê Dadê, Wezîrê Navxweyî, Waliyê OHAL’ê (rewşa awerte) yên wê demê weke berpirsên kuştina Aydin bi nav kir û got; “Ji ber ku kujer dewlet bi xwe, lewma tu pêşketinek di dozê de çênabe.”
Şukran Aydin diyar kir ku piştî hevserê wî hat kuştin, ew bi salan ji aliyê dewletê ve hatiye tacizkirin û got; “Bi salan gef li min xwarin. Ji ber ku şahidek tenê hebû. Ew jî ez bûm. 6-7 salan ez perîşan kirim. Telefonê min dikirin û gef li min dixwarin, dixwestin ez îfadeya xwe biguherînim. Bi salan min nekarî bi tenê derbikevim derve.”
'ÊDÎ DI NÎV SEATÊ DE 34 KESAN DIKUJIN!'
Şûkranê diyar kir ku tu ferqek di navbera serdema hikûmeta hevserê wê kuşt û hikûmeta AKP’ê de tune ye û wiha pê de çû; “Bi ya min heman hişmendî berdewam dike. Ez mînakek a wê bidim. Ez ji Tirkiyeyê reviyame. Hevserê min beriya 21 salan hat kuştin û di bin axê de ye. Ez nikarim biçim ser wê axê. Ez neçar mam ku zarokên xwe bihêlim û birevim. Ez ji doza KCK’ê têm darizandin. Ji bilî wê sê dadgehên din jî hene. Du meh in li Başûrê Kurdistanê me. Zilma wê rojê îro jî didome."
Şukran Aydin bal kişand ku tenê rêbaz guheriye, lê heman zilm berdewam dike. Aydin wiha domand; "Berê her çendî jêre digotin faîlî meçhûl (kuştinên kiryar nediyar) wê demê cinayet pêk dihatin. Lê niha, ji berê wêdetir çûn. Roboskî mînaka vê yekê ye. Êdî di nîvsaetê de 34 kesan dikujin. Ger mirovan nekujîn, di avêjin nava çar dîwaran. "
'JI AKP’Ê HÊVIYAN NEKIN'
Şukran Aydin got; "Ev 21 sal in, ez ne di rojên cejnan de, ne jî di 10’ê tîrmehan de, li derve nemam. Lê îsal nikarim biçim ser gorra wî, ev yek min xemgîn dike. Nerehet dike” û wiha nerazîbûn nîşanî kesên hêviyan ji hikûmeta AKP’ê dikin da; "Kurdan gelek bedel daye. Me hemûyan bedel daye. Ji bo xwedê van bedelan ji bîr nekin… Ji bo Xwedê, piştî van bedelan weke ku tu tiştek neqewimiye, nêzîkê hikûmetê nebin. Em çi bedel dabe, em amade de ne dîsa wan bedelan bidin. Em tu carî poşman nabin."
Şukran Aydin ragihand ku ew demekê venagere Tirkiyeyê û got; "Ez yên ku ez ji hevserê min û gorra hevserê min veqetandin, tu carî efû nakim. "