1’emîn Dadgeha Zarokan, ji ber ku teşhîs ne di bin çavdêriya parêzerê de pêk hat, zarokek serbest berda. Lê 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê, ji bo zarokek din ku wêneyê wî bê parêzeran hatibû teşhîskirin 10 sal cezayê girtîgehê da.
Li Mêrsîn û navçeya Akdenîz ku şêniyeke zêde ya Kurdan lê dêjî, ji bo zarokên Kurd tu hiqûqek tune ye. 1’emîn Dadgeha Zarokan, ji ber ku teşhîs ne di bin çavdêriya parêzerê de pêk hat, zarokek serbest berda. Lê 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê, ji bo zarokek din ku wêneyê wî bê parêzeran hatibû teşhîskirin 10 sal cezayê girtîgehê da.
Rûniştina doza zarokê bi nave H.K., yê ku bi hinceta “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” di 15’ê sibata 2012 de hat binçavkirin û bi awayeke serbest hat darizandin pêk hat. Ji ber ku tehşîsa wêneyan ne di bin çavdêriya parêzeran de pêk hat, dadgehê biryar da ku ev yek ne qanûnî ye û biryara bereatê da.
Ciwanê bi nave M.C. yê 20 salî ku bi eslê xwe ji Wanê ye û li taxa Şefketsumer a navçeya Akdenîza Mêrsînê dijî, bi hinceta “endamê rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” ji meha çile ve di girtîgehê de ye. M.C. bi daxwaza 20 sal cezayê girtîgehê dihat darizandin, dadgehê jî ceza bi ser de barand. Dadgehê girteka teşhîsê ya bê parêzer hatibû amadekirin qebûl kir û bi hinceta “endamê rêxisitnê” û “propagandaya rêxistinê kiriye” 10 sal ceza da M.C.
PARÊZER: BÊ PARASTIN TEŞHÎS HATINE KIRIN
Parêzerê M.C. Emrûllah Şam diyar kir ku ew ê cezayê hatiye dayîn bibin temyîzê û got; “Divê teşhîsa zarokan di bin çavdêriya dozgeriya komarê de pêk bê. Ji ber vê çendê, 1’emîn Dadgeha Zarokan a Mêrsînê ji ber teşhîs bê parastin hatibû kirin, teşhîsê weke ne qanûnî qebûl kiribû û biryara dabû ku ev teşhîs ne qanûnî ye, ji ber wê jî doz bi bereatê bi dawî bibû.”
‘ZAROKAN BÊ XEW Û TÎ HIŞTINE, TIFÎ RÛYÊ WAN KIRINE
Prz. Şam diyar kir ku ev girtekên teşhîsê ne li gorî usul û qanûnê ne û got; “Di nava beyanên di teşhîsê de tu beyanek ên zarokan tune ne. Di van beyanên hatine dayîn de vîna zarokan tune ye, vê yekê bi zarokê û lêpirsînên qedexe bi zarokan dane îmzekirin. Miwekîlê min û 4 zarokên din ku kişandin nava sûc çar rojan di bin çavan de tî û bê xew hiştine. Heqaret li malbatên wan kirine, tifî rûyê wan kirine, bi vî awayî girteha teşhîsê bi wan dane îmzekirin.”