Du kesên ku êrîşî rojnamevan Aygul kiribûn, hatin girtin

Rojnamevan Sînan Aygul têkildarî nelirêtiyên şaredariya AKP’î û firotina erdê, nûçe çêkiribû. Parêzvanê şaredar Yucel Baysal û polîs Engîn Kaplan ku êrîşî Sînan Aygul kiribûn, hatin girtin.

Sînan Aygul li navçeya Tetwan a Bidlîsê têkildarî nelirêtiyên şaredariya AKP’î û firotina erdê nûçe çêkiribû. Piştre êrîşî Aygul kirin.

Parêzvanê şaredar Yucel Baysal û polîs Engîn Kaplan piştî nerazîbûnên zêde û dîmenên kamerayê, hatin destgîrkirin.

Her du jî li dadgehê bi sûcê “bi çekê birîndarkirin” hatin girtin.

Aygul piştî êrîşî li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev tişt gotibû: “Parêzvanên şaredarê Tetwanê Mehmet Emîn êrîşî min kirin. Ji wesayîtên şaredariyê hatin xwarê û li pişt min ve li serê min xistin. Piştre dijûn gotin min û gefa ‘tu car din derbarê şaredar binivîsînî, wê bimirî’ li min xwarin. Niha min dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê.”