Doza Şerzan Kurt ji ber raporê hate taloqkirin

Doza Şerzan Kurt ji ber raporê hate taloqkirin

Rûniştina doza Şerzan Kurt yê ku li Muglayê piştî êrîşa nijadperestan ya li hemberî xwendevanên kurd bi guleya polîsan hatibû kuştin, bi boneya rapora ku parêzerên Kurt pêşkêşî heyeta dadgehê kirin bê lêkolînkirin, taloqî 17'ê Tebaxê hate kirin.

16'emîn rûniştina doza Şerzan Kurt yê ku di 11'ê gulana 2009'an de li Muglayê piştî êrîşa nijadperestan ya li hemberî xwendevanên Kurd bi guleya polîsan hat birîndarkirin û di 17'ê gulana 2009'an de jiyana xwe jidest da li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Eskîşehîrê hate dîtin. Polîsê bersûc Gultekîn Şahîn û parêzerên wî, Bavê Şerzan Kurt Omer Kurt, Dayîka wî Necla Kurt, nûnerên Egîtîm Sen'ê û parêzerên Kurt tevlî rûniştinê bûn.

Li ber Edliyeya Eskîşehîrê jî hevalên Şerzan Kurt û nûnerên saziyên demokratîk sekna xwe berdewam dikin. Li ber edliyeyê sloganên "Em edaletê dixwazin" û "Qatilê Şerzan diyare" tên berzkirin. Li ber edliyeyê polîsan tedbîrên gelek berfireh girtin. Rûniştinê bi xwendina nasnameyan destpê kir. Parêzera Şerzan Kurt Nezahat Paşa Bayraktar, rapora ku ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê û Zanîngeha 9 Eylulê ya Îzmirê wergirt pêşkêşî dadgehê kir.

Wekîlê Şerzan Kurt Mustafa Rollas jî parastin kir û anî ziman ku, wan bi vê raporê îdîayên der barê çeka 7,65 pûç kiriye û wiha got: "Ev rapora der barê guleya 9 mm de ye. Lêpirsîn kêm hatiye kirin. Diyar e ku kuştî rast rast hedef hatiye girtin. Em dixwazin ku heyeta dadgehê bizanibe her tişt bi zanebûn pêk hatiye. Ji ber ku polîsê gule berdaye palîsê perwerdekirî ye. Em bawerin ku îdîaname ne têr e. Bersûc hedef nîşan girtiye û gule berdaye.

Bavê Şerzan Kurt Omer Kurt jî anî ziman ku Wezîrê Navxweyî û Midûrê Polîsan diyar kiriye ku kujer girtine û wiha got: "Ez dixwazim polîsê kujer bi giranî bê cezakirin."

Parêzerê kujer Gultekin Şahîn Kemal Ertugrul, jî xwest rapora ku parêzerên Şerzan Kurt pêşkêş kiriye neyê qebûlkirin.

Parêzerê Şahîn xwest heyet Şahîn Serbest bê berdan. Kujer polîs Gultekin Şahin jî parastin kir û anî ziman ku, di îdîanameyê de nakokî hene û wiha got: "Ez bûm qurban, Qatilên esîl li derve ne. Ez jî bavim. Piştî parêzerên Şerzan rapor pêşkêşî heyetê kir, ji bo rapor bê lêkolînkirin, taloqî 17'ê Tebaxê hate kirin.