Doza Şerzan Kurt destpê kir

Doza Şerzan Kurt destpê kir

16'emîn rûniştina doza Şerzan Kurt yê ku li Muglayê piştî êrîşa nijadperestan ya li hemberî xwendevanên Kurd bi guleya polîsan hatibû kuştin destpê kir.

16'emîn rûniştina doza Şerzan Kurt yê ku di 11'ê gulana 2009'an de li Muglayê piştî êrîşa nijadperestan ya li hemberî xwendevanên Kurd bi guleya polîsan hat birîndarkirin û di 17'ê gulana 2009'an de jiyana xwe jidest da li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Eskîşehîrê destpê kir. Polîsê bersûc Gultekîn Şahîn û parêzerên wî, Bavê Şerzan Kurt Omer Kurt, Dayîka wî Necla Kurt, nûnerên Egîtîm Sen'ê û parêzerên Kurt tevlî rûniştinê bûn.

Li ber Edliyeya Eskîşehîrê jî hevalên Şerzan Kurt û nûnerên saziyên demokratîk sekna xwe berdewam dikin. Li ber edliyeyê sloganên "Em edaletê dixwazin" û "Qatilê Şerzan diyare" tên berzkirin. Li ber edliyeyê polîsan tedbîrên gelek berfireh girtin.