Doza Kobanê: Piştî axaftinên Erdogan bûyer tundtir bûn û kuştin qewimîn

Berdevkê HDP’ê yê berê Gunay Kubîlay ê ku ji Doza Kobanê tê darizandin diyar kir ku bûyerên tundiyê di xwepêşandanên Kobanê roja 7’ê Cotmehê de piştî axaftinên Erdogan, bûyer tundtir bûn û kuştin qewimîn.

Rûniştina 16’emîn a Doza Kobanê di roja 7’emîn de ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. 

Li gel parêzeran, parlamenter û rêveberên HDP’ê û gelek kes dozê dişopînin. Siyasetmedarên li Sîncanê girtî li salona rûniştinê amade bû û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bûn. Hin siyasetmedar jî mazeret ji dadgehê re ragihandin û tev li rûniştinê nebûn.

Rûniştinê bi xwendina nasnameyan destpê kir û serokê dadgehê ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin xwend. Rûniştinê bi parastina siyasetmedaran berdewam kir.

PIŞTÎ DAXUYANIYA ERDOGAN BÛYERÊN TUND

Berdevkê HDP’ê yê berê Gunay Kubîlay û endamê MYK’a HDP’ê yê berê Nazmî Gur axivîn û parastina xwe kirin. Gunay Kubîlay destnîşan kir ku beyanên şahidan hev rizandin e û têk çûye. Kubîlay anî ziman ku daxuyanî ango banga HDP’ê ne li ser fermana rêxistinê hatiye kirin û di xwepêşandanên Kobanê roja 7’ê Cotmehê de piştî ku Serokkomar Erdogan li Dîlok axivî bûyer tundtir bûn û kuştin qewimîn.

Rûniştin bi parastina siyasetmedaran berdewam kir û piştre navber hate dayîn.

Piştî navberê parlementera HDP'ê ya berê Çaglar Demîr jî tev li rûniştinê bû. Di rûniştinê de parêzeran bal kişand ser gotinên şahidan. Parêzeran diyar kir ku beyanên şahidan pûç bûne û xwestin siyasetmedarên girtî bên berdan.

Piştî parastinan heyeta dadgehê heya sibê navber da rûniştinê.