Doza KCK’ê ya Stenbolê taloqî 5’ê tîrmehê kirin

Doza KCK’ê ya Stenbolê taloqî 5’ê tîrmehê kirin

Doza KCK’ê ya Stenbolê ku mafê parastina bi Kurdî nehat dayîn, parêzerên ku bi aliyê cendermeyan ve hatin derbkirin û salona dadgehê tekkirin û siyasetmedarên kurd paşê xwe dan dîwana dadgehê, taloqî 5’ê tîmehê kirin.

Duyemîn Doza KCK’ê Stenbolê kul i 15’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê pêk hat bi dawî bû. Rûniştin li Kompleksa Girtîgeha Sîlîvrî pêk hat û parêzeran danişî protesto kir û tenê du parêzeran wekî temsîlê tevli bûn. Piştî nîvro îdianame qaqila wê hate xwendin. Parêzer Emîne Şeker da zanîn ku du mevekÎlên wê îdianame nediye û xwest îdianame bi giştî bê xwendin.

Parêzer Muşîr Delîduman jî da zanîn divê îdianame ne ji aliyê spîkerê TRT’ê, divê ji aliyê dozger ve bê xwendin. Her wiha Delîduman daxwaz kir ku endamên din jî di heyetê de cih bigire. Heyeta dadgehê hemû daxwazên parêzeran red kir. li ser vê Delîduman dîsa xwest mafê axaftinê bigire lê dadgehê dîsa destur neda. Li ser vê yekê siyasetmedaran pişta xwe dan heyetê û dadgeh protesto kirin.

Heyetê danişîn taloqê 5’ê tîrmehê kir.