Doza KCK’ê ya Stenbolê dê sibe berdewam bike

Doza KCK’ê ya Stenbolê dê sibe berdewam bike

Doza KCK’ê ya Stenbolê ku li Sîlîvriyê tê dîtin, îdîaname heya pelê 89’an hate xwendin. Sibe doz dê bi xwendina îdîanameyê berdewam bike.

Doza KCK’ê ya Stenbolê ku li Sîlîvriyê 140 girtî bigiştî 205 siyasetmedarên Kurd li 15’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê tên darezandin, piştî daxwazên xwendina îdîanemayê hate xwendin, 89 pelên îdîanameyê ji aliyê spîkerên TRT’ê ve hatin xwendin. Serokê Dadgehê Alî Alçik di demjimêr 17.00’an de rûniştina îro ya dozê bidawî kir û da diyarkirin ku, doz dê sibe di demjimêr 09.30’an de bi xwendina îdîanameyê berdewam bike.

Heyeta dadgehê biryar dabû ku, ew dê daxwaza parêzeran di rûniştina sibe ya piştî nîvro de binirxînin.