Doza Devrîmcî Karargah ku 4 jê girtî 57 kes tên darizandin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê destpê kir. Beriya rûniştinê komek li ber edliyeyê çalakî li darxist û edalet xwest.
Rûniştina doza Devrîmcî Karargah ku di nav de Berdevkê TOPG Tûncay Yilmaz, Serokê Giştî yê SDP'ê Ridvan Tûran û Edîtorê Kovara Bîlîm ve Gelecekê Osman Baha Okar jî di nav de 4 jê girtî 57 kes tên darizandin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê destpê kir.
Beriya rûniştinê endamên Înîsiyatîfa Piştgiriya bi Xwendekarên Girtî, Înîsiyatîfa Mîlyonan Edalet Dixwaze li ber Edliyeya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankartên "Kujer serbestin, sosyalîst girtî ne", "Ji xwendekarên girtî re azadî" û "Di 700'emîn rojê de bila girtîbûn bi dawî bibe" hate vekirin û wêneyên kesên girtî hatin hilgirtin.
HDK, EHP, Platforma Piştgiriya Bi Rojnamegerên Girtî (TGDP), SDP û nûnerên saziyên civakî yên sivîl jî piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku, kesên girtî serbest werin berdan. Piştî daxuyaniyê girse ji bo rûniştinê bişopînin, derbazî hundirê avahiya edliyeyê bûn.