Doza Denîz Poyraz: Dewlet kujer e!
Di daxuyaniya beriya destpêkirina rûniştina Doza Denîz Poyraz de hat destnîşankirin ku kujer desthilata AKP-MHP ye û ev peyam hat dayin; “Em ne di şînê de, em serî hildidin.”
Di daxuyaniya beriya destpêkirina rûniştina Doza Denîz Poyraz de hat destnîşankirin ku kujer desthilata AKP-MHP ye û ev peyam hat dayin; “Em ne di şînê de, em serî hildidin.”
Kujer Onûr Gencer di 17’ê Hezîrana 2021’an de êrîşî avahiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kir û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir. Beriya 4’emîn rûniştina doza Denîz Poyraz, li pêşiya Edliyeya Îzmîrê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankartên “Em ê hesab ji kujeran bipirsin. Faşîzm wê têk biçe em ê bi ser bikevin” û “Ji bo Sirûcê edalet ji bo Denîz edalet” hatibûn vekirin. Her wiha dirûşmeyên “Denîz Poyraz nemir e” û “Bijî piştevaniya şoreşgerî” berz kirin.
Di daxuyaniyê de endamên malbata Denîz Poyraz, parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Sezaî Temellî, Hûda Kaya, Zuleyha Gulum, parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgîn Tanrikûlû, endamên rêxistinên jinan û yên mafên mirovan û gelek kes amade bûn.
‘HÊZÊN LI PIŞT KUJER ONÛR GENCER TÊN PARASTIN’
Parlamenter Serpîl Kemalbay di daxuyaniyê de rûniştinên heta niha weke “fiyaskoya edaletê” pênase kir û wiha got: “Gumanên me yên mezin hene ku edalet pêk nayê. Em dikevin salvegera komkujiya Sirûcê. Sedema bidawînebûna komkujiyên siyasî yên li Tirkiyeyê ew e ku desthilatdarî bi van komkujiyan re rû bi rû nabe. Em dizanin ku bi qetilkirina Denîz Poyraz re xwestin li Tirkiyeyê aloziyê derxînin. Di şexsê HDP’ê de xwestin li dijî hêzên demokrasiyê êrîşê bidin destpêkirin. Kesên li pişt vê armancê hêj nehatine diyarkirin. Hêj jî hêzên li pişt kujer Onûr Gencer tên parastin. Êrîşa kujer a li hundir a li dijî dayik û parlamenterên me didomîne. Ji ber ku tê parastin, wê hezê di xwe de dibîne ku gefan li şandeya dadgehê bixwe. Lê em ê bi tu awayî paşde gav neavêjin. Wê ev dozger, dadger û mekanîzmaya darazê ya fermanan ji desthilatdariyê digire, di dawiya dawî de werin mehkûmkirin.”
‘EM Ê HESABÊ DENÎZ BIPIRSIN’
Piştre jî Sezaî Temellî axivî û ev tişt anî ziman: “Daraz hewl dide serê bûyerê bigire. Bêedaletiyeke mezin heye. Ev sed sal in li ser vê erdnîgariyê li dijî Kurdan dijminatî tê kirin û ev zîhniyet îro hewl dide vê bêedaletiyê binuximîne. Zîhniyeta ku nexwestiye pêşî li ber kujerekê ku 115 caran kifş kiriye bigire, şirîkê vê cînayetê ye. Em ê hesabê Denîz bipirsin û ev deynê me ye. Pirsîna hesaba Denîz û bi dehan hevalên me, tê wateya avakirina aştiya civakî. Heke em bixwazin bi awayekî aştiyane bijîn, wê demê divê em hesabê ji vê zîhniyeta kujer û qirker bipirsin. Banga me ji bo desthilatdarî û şirîkê wê yê biçûk e; we bi tirseke mezin hewl da vê cînayetê binuximînin, lê hûn ê nekarin xwe jê xelas bikin.”
‘ŞIRÎKÊ CIVAKÎ YÊ VAN TÊKILIYAN Û XWEDIYÊ WÊ AKP YE’
Parlamenter Sezgîn Tanrikûlû jî anî ziman ku ev cînayet ne cînayeta kesekê bêhna wî tengbûyî ye û wiha domand: “Divê mirov li pêvajoya pêşiya komkujiyê, helwesta hêzên ewlekariyê ya di dema cînayetê de û ya darazê ya piştî komkujiyê binêre. Dema em li van pêvajoyan dinêrin jî dibînin ku ev cînayet bi têkiliyên kûr ên bi dewleta kûr re hatiye kirin. 115 caran kifş kiriye û li pêşiya avahiyê jî qereqol heye, lê nehatiye astengkirin. Piştî cînayetê jî muameleya ‘welatparêzê ku peywira xwe pêk anî’ lê hat kirin. Hûn yekê ji ber parvekirineke medyaya dîjîtal 4-5 rojan destgîr dikin, lê ev kujer 24 saetan destgîrkirî ma. Ev jî nîşan dide ku şirîkê civakî yê van têkiliyan û xwediyê wê AKP ye.”
‘EM Ê BIBIN SERHILDANA DENÎZ’
Piştre jî Jin Bi Hev Re Bihêz in li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Di dema daxuyaniyê de gelek caran dirûşmeya “Em bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin” û “Ji bo Denîzê em edaletê dixwazin” hatin berzkirin. Ji jinan Dîdar Gul daxuyanî xwend û wiha got: “Em ê di dadgehên ku kujer Onûr Gencer tê darizandin de bibin serhildana Denîz. Em baş dizanin ku kujer tenê Onûr Gencer nîne. Hêzên ewlekariyê yên ku Onûr Gencer gihandin û piştî cînayetê pirsa ‘Navê te çi ye keko’ jê kirin baş nas dikin. Em baş pê dizanin bê ka yên li pêşiya avahiya HDP’ê qereqol ava kirin çawa rê dan kujer. Em kujeran nas dikin. Heta ku hemû faîl tên darizandin jî em ê dest ji têkoşîna edaletê bernedin.”
‘EM BÛN BI HEZARAN DENÎZ’
Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz jî di daxuyaniyê de wiha got: “Gotin qey wê bikarin Denîz bikujin. Lê em bûn bi hezaran Denîz. Em ê her tim li ser pêyan bin û têkoşîna xwe bidomînin. Şehîd namirin.”