Gerîlayên HPG’ê di çalakiya Oremarê ya 2007 de 8 leşkerên Tirk dîl girtibûn. HPG’ê van her 8 leşkerên dîl li Başûrê Kurdistanê radestê Parlementerên berê yên DTP’ya hat girtin Fatma Kûrtûlan, Osman Ozçelîk û Sevahir Bayindir ve hatin wergirtin. Dozgeriya Tirk der barê wan de doz vekir. Dozgeriyê ji her yek ji parlementeran herî kêm 6 meh cezayê girtîgehê xwest.
Gerîlayên HPG’ê di 22’ê cotmeha 2007 de li herêma Oremarê ya Gevar Colemêrgê li dijî tabûra leşkerî çalakiyeke mezin pêk anîn û di çalakiyê de 8 leşker dîl girtin. Leşkerên dîl hatibûn girtin birin Herêmên Parastinê yên Medyayê yên di bin kontrola gerîlayan de.
HPG’ê her 8 leşkeran di 4’ê mijdara 2007 de, di encama îmzekirina protokolekê de radestê Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê yê wê demê Hacî Mehmûd Osman, Serokê Toleransa Navneteyî Kerîm Sîncarî û Parlementerên DTP’ya hat girtin Osman Ozçelîk, Sevahîr Bayindir û Fatma Kûrtûlan kiribû.
Piştî ku her 8 leşker serbest hatibûn berdan, Dozgeriya Leşkerî ya Fermandariya Cendirmeyan a Wanê lêpirsîn da destpêkirin. Di encama darizandinê de her 8 leşker di 12’ê mijarê de hatibûn girtin. Leşker piştre serbest hatibûn berdan, leşkerê bi navê Ramazan Yuce, ji ber ku di dema esaretê de ji Roj TV re axivîbû li rastî 15 meh cezayê girtîgehê hetibû.
Dozgerê Komara Tirk ê Enqereyê Kurşat Karyal der barê parlementerê yên DTP’ê Fatma Kûrtûlan, Osman Ozçelîk û Sevahir Bayindir de doz vekir û dozgeriyê ji her yek ji parlementeran herî kêm 6 meh cezayê girtîgehê xwest.