Dosta Kurd siyasetmedara Swêdî Lîvh li Somalî rastî êrîşa çekdarî hat
Dosta Kurd siyasetmedara Swêdî Lîvh li Somalî rastî êrîşa çekdarî hat
Dosta Kurd siyasetmedara Swêdî Lîvh li Somalî rastî êrîşa çekdarî hat
Wesaîta Seroka Koma Şaredariya Stockholmê ya Partiya Çep û Seroka Forûma Çep a Navneteweyî Ann-Margarethe Lîvh, li Somalî rastî êrîşeke çekdarî hat. Di êrîşê de endamê Partiya Çep Abdirahim Hassan ê 22 salî jiyana xwe ji dest da, Lîvh jî ji sîng û kaseya xwe birîndar bû.
Anne-Margarethe Lîvh ku bi têkoşîna xwe ya ji bo gelên bindest tê naskirin û bi armanca piştgirîdayiya gelê Kurd gelek caran çûye Kurdistanê, ji bo tevlî projeyeke demokrasiyê bibe, li Somalî bû.
Lîvh beriya biçe Somalî, hefteyek berê tevlî xwepêşandana piştgiriya bi Rojava ya li Qada Medborgarplatsen a li Stockholmê bûbû.
Tê texmînkirin êrîşa li dijî Lîvh ku di encamê de Hassan jiyana xwe ji dest da û Lîvh birîndar bû, ji aliyê koma El Sabab a oldarên radîkal ve hatiye kirin.
Bi bihîstina bûyerê re Partiya Çep a Swêdê maseyeke krîzê ava kir.