Dora Dayikên Şemiyê û parlementeran hate girtin

Dema ku Dayikên Şemiyê, Hevseroka Giştî ya Pervîn Bûldan û parlementerên Partiya Çepên Kesk û TÎP’ê hatin Qada Galatasarayê dora wan hatin girtin. Xizmên windayan vê hefteyê jî hatin destgîrkirin.

Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayên wan zelal bibe û kujer bên darizandin û cezakirin, xwestin di hefteya 951’yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. 10 hefte ye polîs tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ku ji bo Dayikên Şemiyê daye jî lê çalakiyê asteng dikin. Hesveroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, parlamenterên Partiya Çepên Kesk jî piştevanî dan çalakiyê. 

Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ku heta Qada Galatasarayê meşiyan, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan êriş bir ser çalakvanan û Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî jî di nav de 17 kes destgîr kirin.

Polîsan destûr neda ku parlamenter û Dayikên Şemiyê li gel hev daxuyaniyê bidin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û parlamenteran tenê daxuyanî xwendin. Di vê kêliyê de jî Dayikên Şemiyê û parêzvanên mirovan di dorpêça polîsan de bûn.