Dolmîşa karkeran qulipî: 6 karker mirin û 6 karker jî birîndar bûn

Dolmîşa karkeran qulipî: 6 karker mirin û 6 karker jî birîndar bûn

Li navçeya Karakeçili ya Kirikkaleyê dolmîşa karkerên çandiniyê yên demsalî bar kiribû qulibî û qeza kir. Di qezayê de 6 karker mirin û 6 karker jî birîndar bûn

Şevê din li ser rêya navçeya Karakeçili-Bala ya Kirikkaleyê dolmîşa ku karkerên çandiniyê yên demsalî bar kiribû qulipî û qeza kir. Diqezayê de 6 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 6 karker jî birîndar bûn. Hate zanîn ku, karkerên ji Enqereyê diçûn navçeya Kaman ya Kirşehirê xebatê bikin, di rêde qeza derbaz kirin. Dolmîşa plakeya wê 71 BN 754 ku ajokariya wê Cuma Diler yê 20 salî dikir, di rêde tekerê pêşiyê teqiya û hevsengiya xwe winda kir.

Di qezayê de Mehmet Kiliç yê 19 salî û hevjîna wî Fatma Kiliç ya 18 salî, zarokên wan Melîke ya 1 salî û Îbrahîm Halîl Kiliç yê 3 salî, Fatma Nur Kiliç ya 3 salî Musa Diler yê 3 salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Ajokar Cuma Diler jî di navde 6 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên Kirikkale û Enqereyê.