DOKH: Kevirê Tugluk li hember zilm û hovîtiyê hatiye avêtin

DOKH: Kevirê Tugluk li hember zilm û hovîtiyê hatiye avêtin

DOKH, nerazîbûn nîşanî Erdogan û Davutoglu kir û got, "Kevirê Tugluk li hember hovîtiyê û zilmê hatiye avêtin. Çalakiya Tugluk a bi kevir helwesteke wijdanî, exlaqî û însanî ye.” DOKH, bang li jinan kir da ku li hember vê êrîşa bi serweriya zilam dengê xwe bilind dikin.”

Tevgera Jinên Azad a Demokratîk Demokratik (DOKH), têkildarî heqaretên Serokkomar Erdogan û Serokwezîr Davutoglu yên li dijî Parlamenter Aysel Tugluk a li sînorê Pirsûs-Kobanê kevir avêt polîs û leşkerên êrîşî gel kir daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk di nav hewldanan de ye ku destketiyên Kurdan ên li Rojava bifetisîne û diyar kir ku Tirkiye aşkera piştgiriyê dide çeteyan, wan xwedî dike û êdî ew ne sireke.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Di vê çarçoveyê de her kêlî hinekî din derdikeve holê ku DAIŞ ne tenê tifaqeke hovîtiyê ya hêzên qirêj ên navneteweyî dide pişt xwe di heman demê de pişta xwe dide bazariyên qirêj ên dewleta Tirk.” DOKH’ê got ku li hember vê ji aliyekî ve ku Tirkiye dibêje, ‘Em sînoran ji birayên xwe yên Kurd re vedikin’,  bi her awayî di asta bêexlaqiyeke siyasî, durûtî û demogojî ye. DOKH di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xusûsan:

“Çeteyên DAIŞ ên dijminên jin û mirovatiyê ku jin û zarokan qetil dikin, dikin kole, li bazaran difiroşin û rê li ber dîmenên di sînorên mirovatiyê de pîvanên şermê derbas dikin vedikin û gelekî qetil dikin, Serokwezîrê Tirk û Serokkomarê ku li hemberî vê yekê dengê xwe dernaxin, li dijî Aysel Tugluk ku li hemberî leşker û polîsên wan ên li sînorê Kobanê êrîşî gel dikin bi kevir bersiv da, ew êrîş û heqaretên der barê wê de bi kar anîn diyar dike ku bi qasî encama heman polîtîkayên bêexlaqî ne jî encamên bêtehemûliya li hemberî qêrîna jinên Kurd di berxwedanê de bilind dikine jî. Divê em diyar bikin ku her hêzeke li hemberî DAIŞ’ê helwesteke zelal û vekirî nîşan nede, hêz, dewlet, alî û kes yekser yan neyekser nûnertiya heman hovên xwînmij dikin û gotinên ku Serokwezîr Davutoglu û Serokkomar Erdogan ên weke ‘bêedeb’, ‘bêrêz’ ên li hemberî Birêz Aysel Tugluk bikaranîn em weke êrîşeke li hemberî tevgera jinê dinirxînin. Em ji bîr nekin kevirê Aysel Tugluk avêt, avêtiye serweriya zilam, avêtiye hovîtiyê û avêtiye zilmê.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em wek DOKH diyar dikin çalakiya Birêz Aysel Tugluk a avêtina kevir weke çalakiyeke wijdanî, exlaqî û însanî ye, em hemû jinan dawet dikin da ku ji bo hîn bihêztir li hemberî vê desthilatdariya zilam dengê xwe bilind bikin û li her qada lê ne kevirekî biavêjin.”