DMME'yê ji bo rojbûna Abdullah Ocalan Tirkiye mehkûm kir
DMME'yê di dosya Fehîme Ete de Tirkiye mehkûm kir, ku ji ber pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cezayê girtîgehê li Ete hatibû birîn.
DMME'yê di dosya Fehîme Ete de Tirkiye mehkûm kir, ku ji ber pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cezayê girtîgehê li Ete hatibû birîn.
Li gorî nûçeya JINNEWS'ê, li Sêrtê di 4'ê Nîsana 2006'an de têkildarî 9 endamên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û Komeleya Malbatên Hikumxwaran bi hinceta ku rojbûna Ocalan pîroz kirine, bi îdîaya "propaganda rêxistina derveyî qanûnê yan jî armanca wê kirine, pesnê sûc û sûcdaran dane' ketin ber dozê.
Ji 9 kesan 8 kes hatin girtin û Fehîme Ete ya ji heman dosyayê ji ber ku nehate dîtin, nehate girtin. 8 kes piştre hatin berdan. Dadgehê li 9 kesan 10 meh cezayê girtîgehê birî. Îtirazên li hemberî cezayan hatin kirin, hatin redkirin.
DEWLETA TIRK WÊ TAZMÎNATÊ BIDE
Parêzera Ete Reyhan Yalçindag Baydemîr ji ber ku rêyên hiqûqa navxweyî qediyan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da.
DMME'yê li ser serlêdanê beriya du rojan biryar da.
Dadgehê ragihand ku pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan û birîna pastayê nabe ku bê cezakirin, cezakirina vê yekê binpêkirina azadiya îfadeyê ya xala 10'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. DMME'yê biryar da ku Tirkiye bi 2 hezar Euro tazmînata manewî bide Ete. Her wiha biryar da, ku hezar û 500 Euro lêçûnên darizandinê ji aliyê Tirkiyeyê ve bê dayin.