'Dixwazin gelê Kurd bê parêzer bihêlin'

'Dixwazin gelê Kurd bê parêzer bihêlin'

Alîkara Hevserokên BDP’ê Parêzer Meral Daniş Beştaş diyar kir ku dixwazin bi doza parêzerên Kurd, gelê Kurd bê parêzer bihêlin.

Rûniştina duwemîn a doza parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê îro li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk bê.

Parêzerên parastinê beriya rûniştina dozê li ber Edliyeya Çaglayanê daxuyanî da çapemeniyê û daxwaza azadiya hempîşeyên xwe kirin.

Alîkara Hevserokên BDP’ê Prz. Meral Daniş Beştaş bal kişand ku parêzerên Kurd, piştî tecîrda li ser Ocalan û êrîşên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hatin girtin û got; “Ev doz li hemberî mafê parastinê ye. Beştaş domand; “Dixwazin gelê Kurd bê parastin bihêlin.”

Beştaş destnîşan kir ku ev doz ne dozek ji rêzê ye û got; “Ev doz parçeyek ji pirsgirêka Kurd, tecrîd û qirkirina siyasî ye.”

'EM BI MANTIQÊ DMME’YÊ LI PIRSGIRÊKÊ DINÊRIN'

Li ser navê parêzerên ji welatên Ewropayê ji bo şopandina dozê hatin Yrus Oschinsky axivî û diyar kir ku raya giştî ya Ewropayê vê dozê ji nêzîk ve dişopîne. Oschinsky got; got; “Em bi aqilê darizandinê yê DMME’yê li vê pirsgirêkê dinêrin.”

Piştî daxuyaniyan, dirûşima “Parêzerên girtî rûmeta me ne” hate gotin û parêzer ketin hundirê edliyeyê.