Pirsporê Neteweyên Yekbûyî (NY) Francois Crepeau, got ku li Tirkiyeyê polîtîkayên penabertiyê tenê bi ewlehiya sînor re sînordar e û bal kişand ku Tirkiye guh nade mafên penaberan.
Crepeau piştî hevdîtina xwe ya 5 rojan li Tirkiyeyê qedand, diyar kir ku ew ji rewşa desteserkirina penabaran a li Tirkiyeyê bi guman e û bal kişand sînorê Tirkiye-Yewnanîstanê yek ji cihên herî girîng ên ku penaber têre derbasî Ewropayê dibin e.
Pispor der barê mijarê de daxuyaniyekê da û diyar kir ku Tirkiye di navbera Ewropa û Asyayê de cihê herî girîng ê derbasbûnê ye. Crepeau xwest Tirkiye zêdetir rêzê nîşanî mafê mirovan bide.
Crepeau, diyar kir ku li Tirkiyeyê ji ber hinceta ewlehiya sînoran gelek binçavkirin pêk tê û wiha axivî; “Ez israr dikim ku divê li navendên binçaviyê li gorî standardên hiqûqa navneteweyî tevbigerin û ji bo çavdêriyê rê bidin rêxistin û saziyan.”
Raportorê taybet ê NY’yê Francois Crepeau der barê parastina sînorên Tirkiyeyê de lêkolînan dike û dê rapora der barê mijarê de di hezîrana sala pêş de pêşkêşê Konseya Mafê Mirovan a NY’yê bike.