Divê em ji vê rewşa xerab a aboriyê re bibêjin êdî bes e!

Hevseroka KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl diyar kir di demên pêş de ew ê li hemberî vê neheqiya li ser kedkaran rabin û got “Em ê îradeya xwe derxînin holê û ji vê rewşê re bibêjin êdî bes e.”

Hevseroka KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl diyar kir hejmarên ku TUÎK’ê eşkere kirine dûrî rastiyê ne û sînorê hejariyê sê katan li meaşê asgarî ye.

Hevseroka KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl ji ANF’ê re axivî.

Şukran Kablan Yeşîl bal kişand ser enflasyona ku Saziya Îstatîstîk a Tirk (TUÎK) amade kiriye û enflasyona rastîn û diyar kir desthilatdarî bi salan e hewl dide enflasyonê kêm û biçûk nîşan bide. Hevseroka KESK’ê got “Gel dema li sûk û bazarê rastî enflasyona rastîn tê, dibîne ku divê ji sedî 85’ê dahata xwe bide xwarin, kirê û veguheztinê. Bi ser de divê bi bihayê herî erzan van tiştan bikire.  Kesên teqawit bûne di bin sînorê birçîbûnê de dijîn, kedkar û karker bi meaşê asgarî jî di binê sînorê birçîbûnê de ye. Karmend jî meaşê wan nêzî sînorê birçîbûnê ye. Di enflasyona rastîn de bihabûnên di qadên xwarin, kirê û veguheztinê de gelekî zêde ne.”

Kablan bal kişand ser bihabûnan û got “Salek berê nanekî 200 gram 1,5 lîra bû, a niha bûye 4 lîra. Salek berê kîloya penîr 35 lîra bû, a niha bûye 85 lîra. Li gorî TUÎK’ê kirê ji sedî 22,8 zêde bûye lê di rastiyê de ji sedî 150 zêde bûye.”

Kablan diyar kir li gorî Turk-Îş’ê malbateke ku ji 4 kesan pêk tê, asta wan a birçîbûnê 6.400 lîra ye û asta hejariyê jî 20.500 lîra ye. Kablan got “Li hemberî vê enflasyonê kesên bi meaşê asgarî dixebitin di nava 5 mehan de 1500 lîraya wan heliyaye. Di zema dawîn de jî 1246 lîra hatiye ser meaşê wan. Ev zêdebûn nikare windahiya 5 mehan jî telafî bike. Ev zama li meaşê asgarî li hemberî enflasyonê pişta karker û kedkaran dişkîne û şertê wan ê jiyanê xerabtir dibe. Ev meaşê asgarî di binê sînorê birçîbûnê de ye û bi qasî ji sê paran pareke sînorê hejariyê ye.”

Hevseroka KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl diyar dike wê di demên pêş de karker li hemberî vî tiştî rabin ser xwe û got “Wê rojekê ev polîtîkayên desthilatdariyê bi dawî bibe. Bi milyonan teqawit, karker û kedkar ên ku mehkûmî şertên sefalet û hejariyê bûne, wê xwedî li pêşeroja xwe derkevin û têkoşîna ji bo jiyaneke baş geştir bikin. Wê îradeyê derxînin holê ku ji vê rewşa xerab re bibêjin êdî bes e. Di demên pêş de diyar e wê karker û kedkar bi hev re çalakiyan bikin.”