Dîsan 6 zarokên mexdûrê Pozantiyê hatin binçavkirin

Dîsan 6 zarokên mexdûrê Pozantiyê hatin binçavkirin

Li Mêrsînê 6 zarokên mezdûrî Girtîgeha Pozantiyê, di serdegirtina malan de dîsan hatin binçavkirin. Zarokên hatine binçavkirin dest danîne ser cil û pêlavên wan yên gardiropê de.

Li Mêrsînê beriya niha ji ber ku kevir avêtibûn hatibûn girtin, avêtibûn Girtîgeha Zarokan ya Pozantiyê ya bûyerên tacîz û tecawizê lê rû dabû û 6 zarok serbest hatibûn berdan vê sibehê di operasyona tîmên taybet jî tevlîbûyîn dîsan hatin binçavkirin. Di serdegirtina 6 malên Taxa Yenî Halê de zarokên bi navê M.M. (16), Z.E. (16), Ş.Ý. (16), N.K. (16), U.T. (16) û HF. (16) hatin binçavkirin. balkêşe ku di serdegirtinê de dest danîn ser hemû cil û pêlavên wan.

Bavê M.M. Saadettîn M. diyar kir ku, 50 tîmên taybet bi 3 panzer û wesiyate zirxî di ser mala wan de girt. Saadettîn M bilêv kir ku, salên 1990'an de rasta serdegirtinêk wisa nehatine û wih axivî: "Min ji wan re got hûn çima bi van hejmaran di ser mala me de digirin. Wan jî wiha got. 'Heta hûn wisa bin em dê jî wisa bikin' ."

Şaxa ÎHD'ê ya Mersînê di malên polîsan bi serde girt yên li taxa Yenî Halê lekolîn kir. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mersînê Alî Tanriverdî diyar kir ku, binçavkirina zarokên maxdurê Pozantiyê nêzîk bûna hikûmetê a li hemberî kurdan û pirsgirêka kurdan nîşan dide. Tanriverdî wiha axivî: "Hikûmeta AKP'ê hema paketên darezê dertexê lê tenê qatîlan jê feyde dike. Hemû cîhanê dît ku li Pozantiyê îşkencê zarokên kurdan kirin. Bûn şahîdê we vahşetê. Ve care ji zarokên maxdurên Pozantiye tolê digirin."