Dîroka serlêdana şahiya Huseyîn Çelebî hat dirêjkirin
Dîroka serlêdana şahiya Huseyîn Çelebî hat dirêjkirin
Dîroka serlêdana şahiya Huseyîn Çelebî hat dirêjkirin
Ji aliyê Konfederasyona Xwendekarên Kurdistan-YXK, ji sala 1993’an û şûnde her sal ‘Bernameya Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî’ pêk tê û îsal dîroka serlêdanê heta 15’ê îlonê hat dirêjkirin. Endamê Komîsyona Amedekariya Bernameya Wêjeyê ya Huseyîn Çelebî, Fehmî Guven, diyar kir ku îsal eleqeyeke mezin bo bernameyê tê nîşandan.
Huseyîn Çelebî di sala 1967’an de li Hamburgê zarokê malbeteke Dêrsîmê hat dinê. Di 1986’an de dest bi zanînghê kir û di 1988’an de ji ber faliyetên têkoşîna azadiyê meşand hat girtin û du salan girtî ma. Di salên 1990’î de tevli têkoşîna gerîla bû û di 1992’an de li herêma Heftanîn di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) Huseyîn Çelekî wek serokê rumetê îlan kir û her sal li ser navê wî rojên wêjeyî pêk tîne.
Bernameya Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ket sala xwe ya 21’ê. Bername dê bi kurmancî, soranî, dimilkî û tirkî bê lidarxistin. Şahî cara yekemîn dê li Almanyayê pêk were. Dîroka serlêdnê di 1’ê îlona 2013’an dê bi dawî bibûya. Lê heta 15’ê îlonê hat dirêj kirin. Fehmî Guven ku li Zanîngeha Cohum dixwîne û du sele di komîsyona amadekariyê de cih digire, der barê bernameyê de ji ANF’ê re axivî.
Fehmî Guven da zanîn ku her sal ji bo bîranîna Serokê Rumetê yê YXK’ê Şehîd Huseyîn Çelebî ev bername pêk tê. Guven wiha got: “Ev bername bi zaravêyên kurdî yên wekê kurmancî, dimilkî, soranî û ligel vê tirkî pêk dihat. Îsal dê bi almanî jî pêk were. Lijneya hilbijêr helbestan dê her çar parçeyên Kurdistanê qebûl bike û binirxîne. Kesên bikevin derecê dê bi şahiyekê bê parvekirin. Xebat li hember hemû bernameyên wêjeyî dê bên kirin.
Em ji bo bîranîna Şehîd Huseyîn Çelebî û hemû şehîdên şoreşgê vê xebatê girîng dibînin û ji ber vê em girîngiyê didin ku di rojevê de bê hiştin. Bernameyên bi vî rengî di nava civaka kurd de nivîsandin û xwendina çîrok û helbestan teşwîq dike. Beşeke mezin ya berhemên tevli bernameyê dibin, ji girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tên. Her wiha ligel vê xebateke bi vî rengî ya bi gelek zimanan pêk tên jî , xwendin,nivîsandina wan zimanan teşwîq dike.”
Guven di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Yanî xwendin û nivîsandina helbest û çîrokên kurdî teşwîq dike. Di her bernameyê de nêzî 400-600 berhem digihêje ber destê me. Em vê wek pirtûk diweşînin. Her wiha ev xebat, çîrok, helbest û wêjeyêe di rojeva kurdan dihêle. Teşwîqê nivîsandina berheman dike. Dîrok, çîrok, helbest û roman kurdan di asta nivîsandinê ye. “
Guven destnîşan kir ku ciwanên kurd eleqeyeke mezin nîşanê vê xebatê didin û wiha got: “ciwanên kurd yên ku nasname û kesayeta xwe nû keşf dikin eleqeyeke mezin nîşanê vê xebatê didin. Em nizanin ji çiqas berhem ji ciwanan tên lê, bi qasî em dizanin ciwan eleqeyeke mezin nîşan didin.”
ÎSAL ME ALMANÎ DA DESTPÊKIRIN
Di berdewamiya axaftinê de wiha hate gotin: “Heta îro ji du zimanên sereke berhem dihatin. Bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Dimilkî û zimanê tirkî. Ji Tirkiye û Kurdistanê tevlibûn zêdetire. Bi taybet jî ji girtîgehan. Îsal em dê berhemên bi zimanê almanî jî qebûl bikin. Armanca me eve ku aliyê şoreşger-demokrat yê Almanyayê xwe bi pencereya me îfade bike.
JI SEDÎ 40 JIN E
Guven anî ziman ku di destê wan de der barê berheman de li gorî salan îstatîstik hene û got: “Tevlibûna jinan baş bû. Her sal hejmara jinan zêdetir dibe. Sala boarî 560 helbest û çîrok gihişt ber destê me. Ji vana ji sedî 40 jin bûn. Her wiha di juriyê de dîsa jinên wêjevan cih digirin. Bang di 15’ê hezîranê de hat kirin. Berhem niha tên berhevkirin. Niha 370 berhem gihiştiye berdestê me. Îsal heta 15’ê îlonê dîroka serlêdanê hat dirêjkirin. Di warê gihandina hinek berheman de pirsgirêk tên jiyîn. Bi taybet ji girtîgehan di warê posteyê de pirgirêk hene.
Îsal bername di 26’ê cotmehê de li Koln a Almanyayê pêk tê. Ligel endamên juriyê, kesên ketine dereceyê jî dikarin tevli bibin. Her wiha îsal ji çandên cuda jî hunermendên dost hatine vexwendîkirin. Bi taybet me xwest îsal em cih bidin çanda Laz û Tamîl. Di beşa semînerê de nasandina projeyeke hunerî ya diyariyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye û pêşangeha wêneyan jî dê cih bigire. Her wiha paneleke dê li ser jiyana Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî û Şêrko Bêkes bê lidarxistin. Kesên dixwazin tevli bernameya me bibin dikarin bişînin vê navnîşanê: Bernameya Wêjeyî - Literaturveranstaltung, Postfach: 100603, 52006 Aachen Almanya.