Zanîngeha Mêrsînê ji ber bûyerên di 3’yê gulanê de li zanîngehê qewimîn, der barê xwendekarê binavê Kadir Saragolgu yê ku di dema bûyeran de ne zanîngehê bû de lêpirsîn da destpêkirin. Di mijara lêpirsînê de Emniyeta Mêrsînê rêça zanîngehê şopand..
Di 3’ê gulanê de faşîstên Tirk bi hinceta “Roja Tirkitiyê” tevî kesên ji derveyê zanîngehê anîbûn, li kampûsa zanîngehê êrîşê xwendekarên Kurd, şoreşger, demokrat kirin û di encamê de gelek xwendekar birîndar bûn. Polîsên Tirk di dema bûyerê de mudaxeleyê êrîşkaran nekirin, 3 ji xwendekarên demokrat, welatparêz û şoreşger girtin binçavan.
Piştî bûyerê Rêveberiya Zanîngeha Mêrsînê û Midûriyeta Emniyeta Polîsan bi hinceta “ziyan dane malê dewletê” û “bûne semdema pevçûn”ê li hemberî 100 xwendekarên şoreşger û demokrat ên di encama êrîşa faşîstan a di 3’ê gulanê de birîdnar bûn, lêpirsîn dan destpêkirin. Lê heta niha der barê nijadperestên Tirk ên êrîşkar de tu lêpirsînek nehatiye destpêkirin.
Zanîngeha Mêrsînê ku bi çavê dijminan li xwendekarên Kurd û muxalîf dimeyzîne, ji ber vê bûyerê, der barê xwendekarê Beşa Bîrkarî yê bi navê Kadir Saraçoglu yê ku di 3’yê gulanê de ne li zanîngehê bû de lêpirsîn da destpêkirin. Bi heman hincetê Midûriyeta Emniyeta Mêrsînê jî lêpirsîn da destpêkirinû bangî Saraçoglû kir.
Kadir Saraçoglû li hemberî vê rewşê matmayî bû û got; “ Ez di 3’yê gulanê de ne li zanîngehê bûm, di wê saetê de Serokê Giştî yê SDP’ê hatibû û me bi wî re daxuyaniyek çapemeniyê li dar xist. Di wê demê de polîsan dîmen dikişandin. Her çendî wana bi xwe dîtiye ku ez beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûme, lê dîsa ragihandine ku ez beşdarî çalakiyên li zanîngehê bûme. Zanîngeh jî û emniyetê jî lêpirsîn da destpêkirin.”
Saraçoglû destnîşan kir ku hema piştî zanîngehê, emniyetê jî lêpirsîn da destpêkirin û ji bo îfade bide, bangî wî kiriye. Saraçoglû diyar kir ku ji ber ku ew her tim li hemberî pirsgirêkên civakî bihîstyar e, ji ber wê di her carekê de lêpirsîn der barê wî de tê destpêkirin.
BI SEDAN XWENDEKAR GIRTÎ NE
Rejîma AKP’ê weke di her waran de, di ware girtina xwendekaran de jî Tirkiyeyê veguherand mezintirîn girtîgeha cîhanê. Li gorî daneyên Înîsiyatîfa Piştgiriya Xwendekarên Girtî (TODÎ) zêdetirê 770 xwendekarên zanîngehê di girtîgehan de ne. Her wiha bi sedan xwendekarên dibistana amadeyî jî di girtîgehan de ne. Hincetên girtina xwendekaran jî wiha ne: pirtûk, lîmon, hêk, poşî, dirûşim, pankartên ji bo perwerdeya bê pere, û bi dehan hincetên din ên pûç û vala…
Di serdema rejîma AKP’ê de rêveberiyên zanîngehan jî weke midûriyetên emniyetan ên polîsan li dijî xwendekaran dest bi xebatan kirin. Bi hezaran xwendekar ketin ber lêpirsînan, ji dibistanan hatin dûrxistin û cezayê cûda li wan hatin birîn. Herî dawî, di tîrmehê de ceza li 80 xwendekarên Zanîngeha Suleyman Demîrel ên ku komkujiya Roboskî yak u 34 zarok û ciwanên Kurd têde hatin kuştin, protesto kirin, birî.