Di wesayîta polîsan de tecawizê zaroka 16 salî kirin
Di wesayîta polîsan de tecawizê zaroka 16 salî kirin
Di wesayîta polîsan de tecawizê zaroka 16 salî kirin
Du polîsan, li Edeneyê keçikeke 16 salî ya ku alîkarî xwest di wesayîta polîsan de 3 saetan gerand û piştre tecawiz kirin. Li ser gilîkirina keçikê,du jê polîs der barê 4 kesan de bi daxwaza ji 7 salan heta 29 salan cezayê girtîgehê bê birîn doz hat vekiri, lê polîs hatin berdan.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, keçika bi navê H.P ya 16 salî ku ji mala xwe ya Dîlokê reviya û hat Edenê, di otubusê de polîsekî nas dike û li gorî îdiayan keçik ji polîs alîkariyê dixwaze û polîs jî di wesayîta polîsan de tecawizê wê kiriye. Her wiha keçika li kolanê dimîne, ji aliyê kesekî din ve jî di wesayîtê de rastî tecawizê tê. Li ser gilîkirina keçikê der barê du polîs bi giştî 4 kesan de bi daxwaza di navbera 7 û 29 salan de cezayê girtîgehê bê birîn doz hat vekirin.
Di yekemîn danişîna dozê de polîsê zewicandî û bavê du zarokan D.T (38) bûyer red kiriye. Polîs wiha îdia kir: “Min keçik di otubusê de nas kir. Min ji kalekî re alîkarî dikir. Wê jî ji min re got, divê hemû polîs wek te bin. Bi vê gotinê me hev û din nas kir. Ji min re got ew 20 saliye û navê wê Perîhane, hostestiya otubusê dike. Got cihê ku ez bimînim tune, alîkarî bide min. Min jî bir mala hevalekî. Ji wê û pê de agahiya min jê nîne. Ji min re negot ez ji malê reviyame. Îftereyê davêje ser min.”
Polîsê bi nê H.Î û kesê bi navê A.K jî sûcdarî qebûl nekirin. Îdia kirin ku alîkarî tenê alîkarî dane H.P. Kesê bi navê C.G jî ku jê re 29 sal ceza tê xwestin îdia kir ku keçikê destê xwe jê re rakiriye û li ser vê di wesayîtê pê reketiye têkiliya cinsî.
Polîs hatin berdan û danişîn ji bo H.P jî bê guhdarîkirin, hat taloq kirin.