Di 'şanoya KCK’ê' de krîz li pey krîzan

Di 'şanoya KCK’ê' de krîz li pey krîzan

Di doza sereke ya "KCK'ê ku 193 siyasetmedarên kurd tên darizandin de, piştî krîza parastina Kurd û parêzeran krîza îdîanameyê derket. Îdîanameya ku ji 2 hezar 400 rûpeli pêk tê daxistin 133 rûpelan. Piştî ku daxwaza xwendina hemû îdîanameyê hate redkirin, siyastmedaran pişta xwe da dîwana dadgehê û heyeta dadgehê şermezar kirin. Endamê Meclîsa BDP'ê Hasan Ozguneş, bertek nîşanî dîwanê da û wiha got: "Hûn daxwazên hemû parêzerên me red dikin. Bila hemû îdîaname bê xwendin ku her kes bizane ev îdîanameyek çawa ye." Rûniştina dozê taloqî 5'ê Tîrmehê hate kirin.

1'emîn Rûniştina doza sereke ya KCK'ê ku 193 kesên di nav de Endama Komîsyona Makezagonê û Endama Meclîsa BDP'ê Prof.Dr. Buşra Ersanli, Prof. Dr. Ayşe Berktay, Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Mustafa Avci, Nivîskar Ragîp Zarakolu û Edîtorê Rojnameya Gundemê Kazim Şeker jî hene serê sibê li salona Sîlîvrî ya 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir bi krîza parêzeran û îdîanameyan bi dawî bû.

Serê sibê dema parêzer çûn salonê rastî lêdana leşkeran hatibûn. Prz. Huseyin Bogatekin ji aliyê leşkeran ve bi erdê re hatibû kaşkirin. Piştî ku parêzerên li salonê û girtiyan ev helwesta dadgehê û leşkeran şermezar kir alozî derket û dîwana dadgehê navber dabû rûniştinê.

Piştî navberê dîsa daxwaza parêzeran nehat qebûlkirin û parêzeran salona dadgehê terk kiribû. Piştî ku daxwaza parêzeran û girtiyan nehat qebûlkirin jî dîsa xwendina îdîanameyê berdewam kir. Îdîanameya ku ji 2 hezar û 400 rûpelan pêk dihat daxistin 133 rûpelan û ev yek bû sedema krîzê. Parêzer Muşîr Deliduman û Emîne Şeker ji heyeta dadgehê xwest ku hemû îdîaname bê xwendin. Dîsa parêzeran xwest ku îdîaname ji aliyê dozger ve hêdi hêdî bê xwendin. Lê heyeta dadgehê ev daxwaza parêzeran red kir. Prz. Emine Şeker jî anî ziman ku anî ziman ku li gel îdîaname hatiye amadekirin jî dîsa îdîanameya muwekîlên wê Tacettin Karagoz û Aslan Îşçîoglu negihiştiye destê wan û nizanin ji çi tên darizandin. Dema parêzerên xwestin bi axivin û rasti astengiya dîwana dadgehê hatin dîsa xwestin bi axivin. Vê carê jî rastî bereka heyetê ya "Êz ê we biavijim derve" hatin.

Parêzeran anîn ziman ku divê îdîanameya 2 hezar û 400 rûpelî pêk tê tev bê xwendin. Lê ev daxwaza parêzeran hate redkirin. Endamê Meclîsa BDP'ê Hasan Ozguneş, bertek nîşanî dîwanê da û wiha got: "Hûn daxwazên hemû parêzerên me red dikin. Bila hemû îdîaname bê xwendin ku her kes bizanibe ev îdîanameyek çawa ye." Piştî Ozguneş Muşir Deliduman û Firat Epozdemir, xwestin parastinê bikin û helwesta dadgehê îtîraz bikin. Lê ji ber dîwanê mafê axaftinê neda parêzeran girtiyan bertek nîşanî heyetê da û pişta da xwe dan dîwanê. Dîwanê dadgehê jî diyar kir ku bi vî rengî nameşe û rûniştina dozê taloqî 5'ê Tîrmehê hate kirin.

Piştî nûniştina dozê Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, yê Agiriyê Halîl Aksoy û girseya li gel wan ji ber salona rûniştinê heta konê BDP'ê meşiyan. Girseyê di meşê de "Zext me bêzar nakin", "KCK gel e, gel li vir e" û "li dijî faşîzmê mil bidin mil" berz kirin. Prz. Firat Epozdemîr, anî ziman ku doza Sîlîvrî dozek dirokî ye û li gel vê yekê bêhiqûqiyek mezin heye.

BOGATEKÎN: LI DIJÎ MAFÊ PARASTINÊ ÊRÎŞ PÊK HAT

Prz. Huseyin Bogatekîn ku rasti êrîşa leşkeran hat jî anî ziman ku êrîşa leşkeran a li hemberî wi ne li dijî şexsê wî ye û wiha got: "Ev êrîş li dijî mafê parastina siyasetmedaran pêk hatiye." Parlamantera BDP'ê Sebahat Tuncel jî anî ziman ku bêhiqûqiyek mezin heye û wiha got: "Ev yek nayê qebûlkirin. Me wekî parlamenter bi hekîm re hevdîtin kir û me xwest rûniştinê bişopînin. Lê dîwana ev daxwaza me qebûl nekir. Li hemberî vê bêhiqûqiyê me xwest bi Wezîrê Dadê re hevditin pêk bînin. Lê wezîrê dadê li me venegeriya.”

LAOTER: DOZEK SKANDAL E

Li ser navê heyeta ji derve hatiye Prof. Dr. Lıeven D'Laoter, jî anî ziman ku 2 rojin li vir bêhiqûqî serdest e û wiha got: Divê hikûmeta Tirkiyeyê dest ji van zextan berde. Divê hemû girtiyan serbest berde. Ev dozek skandal e û divê bi dawî bibe.”