Di qezaya vegera ji Amedê de kesekî jiyana xwe jidest da

Di qezaya vegera ji Amedê de kesekî jiyana xwe jidest da

Duh bi boneya beşdariya mîtînga ku di pêşengiya BDP û KCD'ê de li Amedê bihata li darxistin ji gelek bajaran welatî hatin Amedê piştî şer û pevçûnê dîsa vegeriyan bajarên xwe. Kesên ku ji Mêrsînê hatibûn di vegerê de wesayîta wan qeza kir. Di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 2 kes giran 4 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hatîn bi destxistin qeza li ser riya Mêrsînê li mewkiya Uçtepeyê pêk hat. Welatiyên ku xwestin beşdarî mîtînga "Ji Bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" bibin ji Mêrsînê hatîn Amedê û dema vegerîn Mêrsînê wesayîta wan qeza kir. Li gorî îdiayê Minîbusa ku bi plakaya 46 LD 947 ku dibin rêveberiya Yunus Cehwer (43) de li ser riya Mêrsinê li mewkiya Uçtepeyê li wesayîta Yunus Akin (44) ya bi plakeya 33 AD 444 qelibî. Di encama qezayê de Abdullah Akin (48) li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, Aysel Ozlu, Saît Aydogan ku di heman wesayîtê de bûn bi giranî birîndar bûn, Taniye Abu û Yusuf Akin ji bi awayekî sivik birîndar bûn. Ambulansên ku hatin cihê bûyerê kesên birîndar rakirin nexweşxaneya Tarsusê.

Cenazeyê Abdullah Akin ji aliyê xizim û BDP'a Mêrsînê ê ve ji Morga nexweşxaneya Dewletê ya Tursasê hatin wergirtin û birin navçeya Akdenîzê. Piştî wecîbeyên olî bi dawî bûn cenazeyê Akin ji aliyê BDP'a Mêrsînê, rêveberên navçeyê, Rêveberên YAKAY-DER'ê û bi sedan kesî ve cenaze hate girtin û birin navçeya Toroslarê li goristana Guneykentê definkirin. Di dema definkirina cenaze de polîsan ewlehiyekî berfireh girt. Piştî ku cenaze hate definkirin girseyê deqeyekê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Piştî rêzê Bavê Akin Mehmet Akin axivî û wiha got: " Em biratî û aştiyê dixwazin. Divê êdî her kes vê êşa gelê kurd bibîne." Ji bo Akin li navçeya Akdenîzê li taxa Şevketsumerê konê şêniyê hate vekirin.