Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pîrozbahiyên Newrozê didomin. Di pîrozbahiyan de ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê xwestin, ji hilbijartinên 7’ê Hezîranê banga piştgiriya ji HDP’ê re hat kirin.
TARSUS
Li navçeya Tarsusa Mêrsînê bi hezaran welatî bi şîara "Êdî bes e ji Rêber Apo re azadî" li ersa vala ya li pişt Kompleksa Halê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Qada Newrozê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên rêberên Tevgera Şoreşgerî ya Tirkiyeyê û şervanên YPG/YPJ'ê xemilandin. Li qadê pankartên "Ji Şengalê heta Kobanê agirê Newrozê hatiye pêxistin Rojhilata Navîn azad dike" û "Şehîdên şoreşê namirin" daliqandin. Welatiyên ji noqteyên polîsan derbas bûn bi yek dengî dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Newroz" û "Şehîd namirin"berz kirin. Welatiyan bi alên PKK û KCK'ê û jinan jî bi cil û bergên gelêrî qad xemilandin.
Agirê Newrozê bi berzkirina dirûşmeyan hat pêxistin û piştî deqeyek rêzgirtinê pîrozbahî dest pê kir. Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu axivî û diyar kir ku Newroz ji bo hemû gelên bindest tê wateya azadiyê. Mutlu got ku Newroz bi saya cangoriyên bedena xwe şewitandine hatiye vê rojê. Piştî axaftinan hunermendên herêmî derket ser dike û bi stranên xwe welatî çoşandin. Ligel barana dijwar jî welatiyan bi seatan govenda Newrozê gerandin.
OSMANIYE
Li Osmaniyeyê bi hezaran welatî li ersa vala ya li ber Dibistana Seretayî ya Mehmet Akîf Ersoy kom bûn û agirê Newrozê pêxistin. Qada Newrozê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên HDP'ê û rengên kesk, sor û zer xemilandin. Li qada Newrozê pankartên bi kurdî û tirkî hatibûn nivîsandin hatin daliqandin. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî tevlî pîrozbahiyê bû û axivî. Bînîcî got ku agirê li Kobanê hatiye pêxistin dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Bînîcî bang li her kesî kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî xebatên hilbijartinê bibin.
Piştî axaftinan welatî di bin baranê de li ber stranan govend gerandin.
EDENE
Li taxa Yunusoglu ya Yuregîra Edeneyê bi sedan welatî li hev kom bûn û bi berzkirina dirûşma "Bijî Serok Apo" Newroz pîroz kirin. Li cihê pîrozbahiyê posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK'ê hatin hilgirtin. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê hat pêxistin. Hunermendên NÇM'ê bi stranên xwe welatî çoşandin. Welatî li ber stranan li dora agir govend gerandin.
MÊRSÎN
Li Zanîngeha Mêrsînê bi sedan xwendekar li ber Fakulteya Wêjeyê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Xwendekaran posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şervanên YPG'ê Şivan Bayar, Ramazan Akar û Harun Ozmen hilgirtin û heta qada Cumhuriyetê meşiyan. Di meşê de dowîzên "Bi agirê Kawa azad dibin" û "Newroz bi Kobanê re serfiraz e" û bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kobanê " û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Xwendekar piştî rêzgirtinê agirê NEwrozê pêxistin. Xwendekar li ber stranên hunermendên NÇM'ê li dora agir govend gerandin.
XERPÊT
Li Xerpêtê pîrozbahiya Newrozê li Qada Îstasyonê pêk hat. Welatiyên li ber avahiya HDP'ê ya Xerpêtê hatin cem hev ber bi Qada Îstayonê ve meşiyan. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yusksekdag, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, rêveberên HDP, BDP, EMEP, ESP'ê gelek kesên din tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî serok Apo", "Ciwan cangoriyên Apo en" û "Bijî biratiya gelan" hatin berzkirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên HDP, DBP û KJA'yê hatin hilgirtin. Piştî lêgerînê welatî ketin qada pîrozbahiyê. Li ser dika qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankart û alên HDP û DBP'ê hatin daliqandin. Welatiyên tevlî pîrozbahiyê bûn kincên gelerî li xwe kirin. Ligel hewayê sar welatiyan govend girt.
Piştî rêzgirtinê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuskekdag axivî û diyar kir ku dewra hişmendiya AKP'ê ya tunekirin û zalim ber bi dawîbûnê ve diçe. Yuksekdag anî ziman ku dewra wan dê dest pê bike. Yuksekdag, da zanîn ku qesra Erdogan ava kir dê hilweşe lê ew dê di dilê gel de qesran ava bikin. Yuksekdag bilêv kir ku yê aştiyê diparêze Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û HDP ye û wiha got: "Hûn dibînin kî aştî dixwaze û kî şer dixwaze. Hêza ji siyaseta bêpersiyar a hikûmeta AKP'ê û serokomar bêje raweste HDP ye. Birêz Ocalan û partiya me tenê ji bo kurdan aştiyê naxwazin ji bo hemû Tirkiyeyê aştiyê dixwaze."
Yuksekdag destnîşan kirk u demekê Serokomar Erdogan digot, "Pirsgirêka kurd pirsgirêk amin e" lê niha dibêje "Pirsgirêka kurd tuneye" Yuksekdag anî ziman ku ew destûrê nadin aştî bibe qurbanê siyaseta wan a qirêj.
Piştî axaftina pîrozbahiya Newrozê bi govendê dawî bû.
SÎLOPÎ
Li navçeya Silopî ya Şirnexê, Cejna Newrozê ya bi şiyara "Êdî bes e ji Ocalan re azadî" bi beşdariya deh hezaran kesî li qada Newrozê ya di qontara Çiyayê Cudî de ye dest pê kir. Serê sibehê hemwelatiyên ku bi gelecana pîrozbahiya Newrozê şiyar bûn, pêşî li taxan li ber def û zirnê govend gerandin. Di serî de taxa Zapê û gelek taxan hemwelatî bi kinc û bergên xwe yên netewî û kincên tê gotin "Leşkerî" bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" li hev kom bûn, bo coşek mezin govend gerandin. Ji hêla Şaredariyê ve bi wesayîtan hemwelatiyan dikşandin qada pîrozbahiyê, gelek hemwelatî jî kom bi kom ji taxan heta qada pîrozbahiyê meşiyan. Bi hezaran kesên ku bi kinc û bergên netewî ji taxa Zapê heta qadê meşiyan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala PKK'ê ya bi deh metreyî hatibû hilgirtin heta qada pîrozbahiyê ya di qontara Çiyayê Cudî deye meşiyan.
Qada pîrozbahiyê ji hêla hemwelatiyan ve ewlehî tê girtin û piştî ser lêgerînê dikevin qadê. Li qadê ku hêj bi seatan mabû bername destpê bike bi hezaran kes li ber def û zirnê govend gerandin. Li ser dikê panqarta ku wêneyê Ocalan li ser "Êdî bes e ji Rêber Apo re azadî" hatî vekirin, li derdora qadê jî wêneyên pêşeng û şervanên PKK, HPG, YPG û YPJ'ê yên ji Silopî ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane hatin vekirin. Li qadê di demek kurt de hejmar gihişt deh hezaran kesî, dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û ji bo azadiya Ocalan tên berz kirin, di Çiyayê Cudî de deng vedide. Li qadê jinan ku weke sembola çanda herêma Botanê ye teşiyê dirêsandin bal kişand.
Bernameya pîrozbahiyê bi sirûda "Ey reqîp" deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Parlementerê HDP'ê ya Şirnexê Hasîp Kaplan, endamê PM'ê ya HDP'ê Nazim Kok, hevşaredar û hevserokên rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajêr û navçeyên Şirnexê rêxistinên civakî yên sivîl û bi deh hezaran kesên beşdar bûn dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin. Piştre koma muzîkê ya heremî Koma Welat derket ser dikê û bi stranên xwe girseyê coşandin. Piştî kesên tevlî pîrozbahiyê hatin nasandin, hevşaredar û hevserokên rêxistinên DBP'ê û HDP'ê yên bajêr û navçeyên Şirnexê her yekî axaftinê kirin û cejna gelan pîroz kirin.
Pêşî tîmên futbolê yên ku di "Turnuvaya Pêşbaziya Futbolê ya Newrozê" de biser ketin, ji hêla parlement û hevserokên hevşaredar, hevserokên rêxistinên HDP û DBP'ê yên Şirnexê ve hat dayîn. Piştre, Parlementerê HDP'ê Hasîp Kaplan dest bi axaftinê kir û cejna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû gelan pîroz kir. Kaplan, diyar kir ku Serokomar Erdogan û rayedarên hikumeta AKP'ê siyaseta derewê dimeşînin û wiha got: "Erdogan her çiqas li balafirê siwar dibe, dest bi siyaseta derewînê dike. Carina dibêje 'pirsgirêka kurd pirsgirêka min e' carina dibêje 'pirsgirêka kurd tune ye'. Îro li hemû cîhanê roj tê girtin lê li Tirkiyeyê jî li Enqere aqilê Erdogan û rayedarên dewletê tên girtin. Ji ber vê yekê dê gelê me di 7'ê hezîranê de hewaya lastîken Erdogan û AKP'ê bifisîne û dê dawî li derewên wan bîne."
Kaplan, anî ziman ku siyaseta demokrasiyê HDP tenê dike û ev tişt gotin: "Em demokrasiyê, aştiyê, biratiyê, heq û hiqûqê diparêzin. Lê AKP zilmê, neheqiyê, dizitiyê, şer û xwînê diparêz e. Em wek HDP'ê bi hêza gel dimeşin. Êdî dê AKP nikaribe dengê gel bidize û bibe desthiladar. Em dê dawî li vê yekê bînin. Dê gelê me di 7'ê hezîranê de bendava we bi serê we de hilweşîne."
Kaplan balkişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dê sibê di Newroza Amedê de bê xwendin û van tiştan got: "Ji ber vê yekê herkes berê xwe daye Amedê, mezopotamyayê. Ji ber ku peyama birêz Ocalan ji bo azadiyan, demokrasiyan, ji bo hemû gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn e." Kaplan, pergala serokatiya ya Serok Komar Erdogan qalê dike jî rexne kir û wiha got: "Serokatî çi ye? Ji xwe li Kurdistanê Serok heye, ma ke berê xwe dide te. Aqilê xwe bide serê xwe. Hûnê hem bi paketan çanda, folqlor û heqê kurdan binpê bikin û him jî qala serokatiyê bikin. Cîhan hemû bigihijin hev nikarin çanda gelê Botanê, kinc û bergên gelê Botanê qexe bike, ew ji we zêde ye."
Piştî axaftina Kaplan, hunermend Denîz Deman derket ser dikê û bi stranên xwe gel coşand. Pîrozbahiya Newrozê ya Silopî bi konserên Koma Gulên Xerzan û Koma Agirê Jiyan bi coşek mezin didom e.
HEZEX
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî bi hezaran welatî ligel baranê qada Newrozê dagirtin û dest bi pîrozbahiyê kirin. Serê sibê welatî bi kincên gelerî ber bi qadê ve herikîn. Welatiyan bi armanca şermezarkirina paketa ewlehiyê kincên "leşkerî" li xwe kirin. Li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, pankartên "Berxwedana Kobanê, rûmeta mirovahiye ye" û "Em ê direya se jinêna zad de tekoşîna xwe bilind bikin" yên kurdî, tirkî suryanî hatin dailqandin. Welatiyan gelek posterên Ocalan, alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê hilgirtin û dirûşmeyên "BijîSerokApo" û "Be serok jiyan nabe" berz kirin.
Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê hate hilkirin. Pişt re peyama girtiyên hate xwendin û Hevserokê Hezexê Hasan Yalman û Hevserokê HDP'ê Ramazan Vesek axaftinên kin kirin.
Hevşaredarê Hezexê Mehdî Aslan diyar kir ku gelê kurd bi Rêberê xwe ber bi azadiyê ve dibeze û wiha got: "Gelê kurd bi hêsanî nehate van rojan. Gelek berdêlên mezin dan û hêj dide. Gelê kurd dest ji azadiyê bernada."
Piştî axaftinan Koma Zarokên Hezexê û Koma Şehit Welat, Rojbîn ve Koma Agire Jiyanê bi staranên xwe girse coşandin.
MILAZGIR
Li navçeya Milazgirê ya Mûşê coşa Newrozê serê sibê dest pê kir. Bi hezaran welatî serê sibê li ber avahiya DBP'ê hatin cem hev û bi mûzîkê dest bi govendê kirin û Newroz pîroz kirin. Pişt re girse bi meşê ber bi Qada Newrozê ve meşiya. Di meşê de dirûşmeyên “Be Serok jiyan nabe”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan" û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin. Li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û PKK'ê hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê hevşaredarên Milagirê Memnune Soylemez û Halîs Coşkun ji gele ra kin axivîn û Newroz wan pîroz kirin. Endamê Meclîsa DBP'ê Mustafa Uyguner jî axivî û wiha got: "Em bi saya kesên bi agirê Newrozê bedenên xwe kirin agir hatin van rojan. Ez li ber kesên ev roj ji em re diyarî kirin bejna xwe ditewînim. Em bi saya kesên bi rûmet li van qadan in. Dê sala 2015'an bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan."
Piştî axaftinan 2 endamên meclîsa şaredariyê yên Partiya Lîberal Demokrat û 2 endamên şaredariyê yên AKP'ê derbasî DBP'ê bûn û gel silav kirin. Piştî axaftinan agirê Newrozê hate hilkirin. Pişt re girseyê bi staranên Hunermend Erol Berxwedan govend girtin.
GIYADÎN
Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê jî ligel berf û baranê gel Newroz pîroz kir. Girseya li ber avahiya DBP'ê hatî cem hev govend girtin û bi dirûşmeyan ber bi qada Newrozê ve meşiyan. Li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlum Dogan û Sema Yuce hatin daliqandin. Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re peyama girtiyên siyasî yên Tekîrdag û Erzirumê hatin xwendin. Hevserokê DBP'ê yê navçeyê M Nurî Sari axaftinek kin kir û diyar kir ku Newroz îsyana li hemberî zilmê ye.
Piştî axaftinan girseyê bi staranên Hunemend Hemê Hecî govend girt.
PANOS
Li navçeya Panosê ya Agiriyê ligel berfê bi hezaran welatî serê sibehê li ber avahiya HDP’ê kom bûn. Girse ji vir ber bi Qada Newrozê ve meşiyan. Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û dirûşmên ji bo azadiya Ocalan hatin berzkirin. Li qadê piştî rêzgirtinê pîrozbahiyê dest pê kir. Di axaftinan de daxwaza yekîtiya kurdan hate kirin û ji bo vê yekê bangawazî hate kirin. Hevserokê DBP’ê yê navçeyê Îkram Bîder diyar kir k udi hilbijartinan de gelê kur divê dengên xwe nedin partiyên sîstemê. Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk jî anî ziman ku Newroza 2015’an dê bibe Newroza azadiya Ocalan û gelê kurd.
Piştî ku agirê Newrozê hate pêxistin hunermend derketin ser dikê û girse bi starên Rojda govend gerand.
XELAT
Li navçeya Xelatê ya Bedlîsê jî bi hezaran kes tevli pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 3 jinên kurd ên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, PKK’iyên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan li qadê hatin daliqandin û alên PKK, KCK, YPG û YPJ’ê hatin hilgirtin. Di pîrozbahiya ku bi hezaran kes bi cilên xwe yên neteweyî beşdar bûn de dirûşm hatin berzkirin. Piştî axaftinan hunermendên herêmî derketin ser dikê û girseyê govend gerand.
XÎZAN
Li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê jî ligel baranê li Qada Cumhuriyetê Newroz hate pîrozkirin. Li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên, YPG, YPJ, KJA, HDP û DBP’ê û PKK’î, YPG’î û YPJ’iyên d udi demên cuda de jiyana xwe ji dest dan hatin vekirin. Jin bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn û dirûşmên “Bijî serok apo” “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê Hevşaredarên Xîzanê Rûken Yildirim û Îhsan Ugur axivîn. Endama PM a DBP’ê Adelat Holat jî axivî û got ku ji bo ku pêvajo berdewam bike, jin azad bibin divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Piştî axaftinan Koma Laleş û Serhedo bi starên xwe ve gel coşandin.
SIWÊREG
Li navçeya Sêwerekê ya Rihayê bi hezaran welatiyan li qada Newrozê ya li ber riya Amedê Newroz pîroz kirin. Serê sibê welatî bi komî ber bi navê ve heriqkîn. Bi deh hezaran welatî bi kincên gelerî herema Karacadagê kirin deryaya rengan. Li alê alên PKK, KCK, YPG, TEVDEM, HDP, DBP'ê hatin vekirin. Piştî rêzgirtinê welatiyan dirûşmeyên “Bijî serok Apo”, “Bijî Newroz”, “Şehîd namirin” û “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" hatin berzkirin. Pişt re hevserokên HDP û DBP'ê agirê Newrozê hilkirin.
Pişt re Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Sêwerekê Îsmaîl Kaplan axivî û diyar kir ku gelê kurd bi berxwedanê hatin ber asta azadiyê û wiha got: “Em bi saya şehîdên xwe hatin van rojan û em ji wan re mitedar in. Em dê şopdarên van bin. Bi mîlyonan kesên derketin qadan azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan dixwazin. Em ji li vir wan silav dikin."
Piştî axaftinê girseyê bi muzîkê dest bi govendê kirin û pîrozbahî bi dawî bû.
SERÊKANÎ
Lı navçeya Serêkaniyê ya Rihayê jî cîhê prîozbahiyê pazara semta taxa Yenî bû. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar û navendan û bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Bi hezaran welatî bi kincên gelerî tevlî pîrozbahiyê bûn. Li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ û PKK'ê hatin daliqandin. Li qadê pankartên “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu" û "An azadi an azadi” hatin daliqandin. Bi hezaran welatin dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Bê Serok Jîyan Nabe” û “Disa disa serhildan Serokê me Ocalan” berz kirin. Piştî rêzgirtinê sruda "Bijî Rojava" hate xwendin. Pişt re agirê Newrozê hate hilkirin. Li ser navê komîteya amadekar Şeref Atay gel silav kir û Newroz pîroz kirin. Endamê Meclîsa DBP'ê Salîh Sagiş jî welatî silav kirin û wiha got: "Newroz Kurdistan e. Newroz Îmraliye. Kurdan mirin, sirgûn qebûl kirin lê tu caran koletî qebûl nekirin. Îro cejna berxwedana me ye." Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Sevda Çelîk Ozbîngol jî diyar kir ku li ber serê wan komplo pêk tên û wiha got: "Li Serêkaniyê di sondiqoan de gelek komplo hatin kirin. Em ev komplo vala derxistin. Em dê ji îro şunda serferber bin. Em dê bi hemû hêza xwe bixebitin." Piştî axaftinan Yusuf Roman derket ser dikê û bi stranên xwe Newroz pîroz kir.
HEWANG
Li navçeya Hewangê jî pîrozbahiya Newrozê li qada PTT'ê pîroz kir. Bi hezaran welatî bi kincên gelerî serê sibê ber bi Qada Newrozê ve herikîn. Li qadê pankartên "Welat bi berxwedanê ava dibe", "Di xeta serokatiyê israr di serkeftinê de israr e", "Êdi bese ji Rêber Apo re azadi" û "Azadiya te azadiya me ye" hatin daliqandin.
Piştî rêzgirtinê Hevseroka DBP'ê ya Rihayê Yasemîn Kiliç, Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Ridvan Yavuz, komîteya amadekar û rêveberên navçeyê gel silav kirin.Piştî re Hevşaredara Navçeyê Fatma Dogan axivî û bertek nîşanî gotinên Erdogan ên "Pirsgirêka kurd tuneye" dan û wiha got: "Pirsgirêka kurd pirsgirêka dewletê derxistî ye. Dewletê li Roboskî, Newala Qesaban û gelek cihên din komkujî pêk anîn. Nasname û zimanê kurdan qedexe kir, bi hezaran gund şewitandin û zilim kir." Dogan anî ziman ku êdî kurd ji tu kesî ji bo çareseriya pirsgirêkan destê xwe venakirin. Hevşaredar Zeynel Taş jî diyar kir ku sala 2015'an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Piştî axaftinan koma muzîkê ya Navenda Çandê ya Elî Temel derket ser dikê û bi staranên xwe girse coşand. Ligel baranê bi hezaran kesan bi staranên komê govend girtin. Pişt re hunermend Armanc derkest ser dikê. Pîrozbahiyê bî dirûşmeyên "Biji berxwedana Kobanê", "Biji YPG/YPJ", "Biji Serok Apo" û "Be Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
CIZÎRÊ
Li navçeya Cizîra Şirnexê xwendekarên kreşa Nûbihara Biçûkan bi malbatên xwe re li ber avahiya kreşê Newroz pîroz kir.
Li navçeya Cizîra Şirnexê xwendekarên kreşa Nûbihara Biçûkan bi mamoste û malbatên xwe re bi cil û bergên gelerî li ber avahiya kreşê Newroz pîroz kir. Di şahiyê de zarokên bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê dibînin derdora agir govend gerandin. Mamosteya kreşê Medîne Kolanc di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku zarokên me bi salane di dibistanê dewletê de hatine pişavtin û wiha got: "Zarokên me di nava sîstemê de tên pişavtin em jî li vir zimanê zikmakî fêrî zarokan dikin. Niha 4 polên me hene û di van polan de jî bi giştî 70 xwendekar hene. Me xwest bi Cejna Newrozê re hişmendiya kurdewarî bi zarokan re çêkin. Zarok ji bi cil û bergên neteweyî tevlî pîrozbahiyê bûne."
Şahiya Newrozê bi gerandina govendê ya xwendekar û malbatan dawî bû.