Di Pêncşema Reş de operasyon hatin şermezar kirin

Di Pêncşema Reş de operasyon hatin şermezar kirin

Li Riha, Wan, Amed, Êlih û Mêrdînê çalakiyên “Pêncşema Reş" ku her hefte pêk tên berdewam kir. Di çalakiyên ku rêveberên BDP'ê, personelên şaredariyan û saziyên sivîl ên civakî amade bûn de operasyonên leşkerî hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de xwestin ku siyasetmedar û şaredar bi dawî bibin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe.

Bi sedan kesên ku di nav de endam û rêveberên BDP'ê, endamên meclisa şaredariyê, personelên şaredariyê, nûnerên saziyên sivîl yên civakî amade bûn, li Wêranşar, Qoser, Dêrik, Êlih, Peyas, Wan û Qelqeliyê li ber avahiyên şaredariyan kom bûn û çalakiyên Pêncşema Reş berdewam kirin.

Li Wêranşarê li ser navê koma ku li ber avahiya Şaredariyê kom bibûn Endamê Meclîsa Giştî ya KESK'ê Şeyhmus Çakirtaş daxuyanî da û anî ziman ku, tu pirsgirêk bi şer çareser nabin. Çakirtaş xwest ji bo çareseriyê dîsa diyalog û muzakere destpê bikin. Çakirtaş xwest her kes ji bo aştiyê têkeve nava hewldanan.

'KURD JI BER NASNAMEYA XWE TÊN GIRTIN'

Li navçeya Qoserê jî bi sedan kes li ber avahiya Şaredariya Qoserê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê komê Nûnerê Kar yê Genel-Îşê yê Qoserê Şakîr Şahin daxuyanî da û wiah got: "Li vî welatî mirov Kurd be sedema girtinê ye. Di 4 salên dawî de 10 hezar mirov hatin girtin. Hikûmeta AKP'ê Tirkiye kiriye kampa girtiyan ji bo gelê Kurd."

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li ber avahiya Şaredariyê daxuyanî hate dayîn. Di çalakiyê de Wekîlê Şaredara Dêrikê Dogan Ozbahçecî bi kurdî daxuyanî da û diyar kir ku berpirsiyarê van pevçûn û kuştinan AKP’ye.

LI ÊLIHÊ 131 HEFTEYE ÇALAKÎ DIDOME

Li Êlihê jî personelên şaredariyê, rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl yên civakî di hefteya 131'an de dîsa li ber avahiya Şaredariyê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Li ser navê girsê Serokê KURDÎ-DER'a Êlihê Zubeyîr Çelîk bi kurdî daxuyanî da û serkeftinên kurdên Sûriyeyê silav kir.

GIRTINA ŞAREDARAN XIZMETÊ JI TIRKIYEYÊ RE NAKE

Li Peyasê jî rêveberên BDP'ê nûnerên Hevparên TMMOB'ê, Dayikên Aştiyê, personelên şaredariyê jî di nav de bi sedan kes li ber avahiya şaredariyê kom bûn û çalakî pêk anîn. Li ser navê komê Berdevkê Lijneya Koordînasyona Bajar ya TMMOB'ê Mehmet Pirinçîoglu anî ziman ku, şeradar û hilbijêr ji aliyeê gel ve haiten hilbijartin û girtina wan xizmetê ji aştiya Tirkeyê re nake. Pîrnçîoglu, xwest şeradar û siyasetmedar lezgîn serbest bên berdan û operasyonên li Şemzînanê şermezar kirin

LI WAN Û QELQELIYÊ JÎ ÇALAKI HATE LIDARXISTIN

Li navenda Wanê û navçeya Qelqeliya Wanê jî çalakiyên Pêncşema Reş berdewam kir. Li wanê nûnerên DÝSK’ê rêveberên BDP'ê personelên şaredariyê li ber avahiya şaredariya Wanê çalakî pêk anîn. Girseya ku heta Şaredariyê meşiya û li vir daxuyanî da operasyonên leşkerî şermezar kir û piştgirî dan kurdên sûriyê. Li ser navê komê Serokê Genel-Îşê Salih Îpek, ani ziman ku bi girtina şaredar û siyasetmedaran dixwazin vîna kurdan bişkînin û dê nikaribin bi ser bikevin.

Li navçeya Qelqeliyê jî girseya ku liber Şaredariyê kom bû girtina Şaredar Mûrat Durmaz û operasyonên leşkerî şermezar kirin.