Dayîkên Şemiyê yên lêgerîna xwe ya edaletê didomînin, di 380'emîn hefteye xwe de bal kişandin li ser veguhertina zagonî ya wekî, "3'mîn pakêta darazê" tê binav kirin. Dayîkan pirsên wekî; "Pakêta darazê dê ji bo windayan çi bîne, dozê ku di biryarên Dadgeha Mafên Mirovan de hatine darizandin û mehkumkirin dê ji nû ve bên lêpirsîn? Sûcên ku hat gotin, 'hewceyî lêpirsînê nake' û dosyayên wan hatin girtin dê derbasî darazê bikin? Zihniyeta dewletê ya ev 75 salin li hemberî windayan ketiye nava xeweke giran dê bê guhertin? kirin.
Dayîkên Şemiyê yên lêgerîna edaletê didomînin 380'emîn car li qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê lidar xistin. Wekî her hefte vê hefteyê jî pankarta li ser; "Kujer diyarin, winda li kû derê ne" nivîsandî vekirin û wêneyên windayan bilind kirin. Dayîkan dîsa daxwaza edaletê kirin.
'HIKÛMET BÊHIQÛQIYÊ VEDIGUHERÎNE SAZIYÊ'
Gonul Sonbahar li ser navê dayîkên şemiyê daxuyanî da û bal kişand li ser guhertina zagonî ya wekî ; "3'yemîn pakêta darazê" tê binavkirin. Sonbahar got; "Di TCK'yê de windakirin wekî sûcekê nayê qebûlkirin. Xebatkarên saziyên fermî tenê ji ber sûcên li hemberî pergalê tên darizandin lê sûcên li hemberî welatiyan ji derveyî darazê dibîne."
'PAKÊTÊN DARAZÊ JI BO WINDAYAN DÊ ÇI BÎNE'
sonbajar li ser 3'yemîn pakêta darazê bang li Wezîrê Edaletê Sadullah Ergîn kir û pirsên wekî; "Pakêta darazê dê ji bo windayan çi bîne, dozê ku di biryarên Dadgeha Mafên Mirovan de hatine darizandin û mehkumkirin dê ji nû ve bên lêpirsîn? Sûcên ku hat gotin, 'hewceyî lêpirsînê nake' û dosyayên wan hatin girtin dê derbasî darazê bikin? Zihniyeta dewletê ya ev 75 sal in li hemberî windayan ketiye nava xeweke giran dê bê guhertin? kirin. Sonbahar diyar kir ku bêhiqûqî bi piştgiriya aktor, daraz û çapemeniyê ber bi sazîbûnê ve diçe û got; "Êdî bese."