Di odeya bi singer de 3 saetan îşkence

Di odeya bi singer de 3 saetan îşkence

Engîn Ateş û Ozkan Yilmaz ku li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar yek a Kocaeliyê dimînin, di dema lêgerîna hucreyê de ewil rastî êrîşa gardiyanan hatin û piştre jî li odeya îşkenceyê ku wekî ‘odeya bi sînger’ tê bi navkirin, 3 saetan rastî îşkenceyê hatiye.

Di 3’ê tebaxê de li hucreya Ozkan Yilmaz û Engîn Ateş ku li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Kocaeliyê dimînin, lêgerîn hate kirin. Midûrê duyemîn û serokê gardiyanan Îlyas Kakici û komek gardiyan ketin hucreyê. Gardiyanan xwest ji du maseyên ku li hucreyê bûn yekê bigirin. Li ser vê yekê girtiyan diyar kir ku îdareya girtîgehê ev mase dane wan û got hewcedariya wan pê heye û nadin.

Li ser vê yekê bi emrê serokê gardiyanan Kakici û li ber çavên midûrê duyemîn gardiyanan êrîşê Ateş û Yilmaz kirin. Her du girtî bi erdê re hatin kişandin û piştre jî birin ‘odeya sînger’ ku wekî odeya îşkenceyê tê binavkirin. Li vir dest û lingê wan hate girêdan û 3 saetan rastî îşkenceyê hatin.

MALBATÊ SERLÊDANA GILÎ KIR

Bavê Ozkan Yilmaz, Yusuf Yilmaz, li Serdozgeriya Komarê ya Kandiara serlêdana sûc kir û xwest kesên îşkence li kurê wî kirine bila bên darizandin.

Ateş diyar kir kul i kurê wî û hevalê wî îşkence hatiye kirin û got ev îşkence bi hemû delîlên xwe li holê ye. Yilmaz di daxwaznameya serlêdana sûcde wiha got: “Destê kesekî girêdan û xistina hucreyê, pêkûtiyeke derveyê mirovahiyê ye. Ev girtîgeha mijara gotinê ye li girtiyên din jî heman pêkanîn kirine. Ev sûcên wan dubare dikin. Tu rayeya îdareya girtîgehê tuneye ku girtiyan bibin wê hucreyê. Ev pêkanîneke ku cihê wê di mevzuatê de tuye. Li dijî helwesta vê îdareya ku sûc dike jiyana zarokên me di xetereyê de ye.

KEVNEŞOPIYA ODEYA BI SÎNGER

Li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Kocaeliyê girtiyan her tim dibin odeya bi sînger. Di meha adara 2011’an de nexweşê girtî Selman Toku, dema dibirin revîrê ji aliyê 15 gardiyanan ve rastî lêdanê hat. Piştî vê jî avêtin odeya bi sînger.

Dîsa girtiyên bi navê Huseyîn Tepe û Riza Çitakbaş jî bi hincetaku ku dema hewa girtinê de destûr nedane lêgerîna wan ji aliyê dehan gardiyanan ve rastî lêdanê hat û piştre avêtin odeya bi sînger.

Odeya bi sînger, hucreyek biçûke. Dîwarên wê bi sîngerê hatine pêçan. Di ortê de tuwalet heye. Girtî diyar dikin ji ber ku hucre gelek bi neme bîhneke pir xerab jê tê.