Di Nobedên Edaletê de berxwedana girtiyan hate silavkirin - NÛ BÛ
Ji bo Nobedên Edaletê ku li 5 bajaran pêk tên, serdanên girseyî dewam dikin. Di çalakiyê de berxwedana girtiyan hate silavkirin û tecrîd hate şermezarkirin.
Ji bo Nobedên Edaletê ku li 5 bajaran pêk tên, serdanên girseyî dewam dikin. Di çalakiyê de berxwedana girtiyan hate silavkirin û tecrîd hate şermezarkirin.
Ji bo xwedîderketina li kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' Nobedên Edaletê dewam dikin.
MERSÎN
Nobeda Edaletê ku ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) dewam dike. Îro jî Dayikên Aştiyê û rêveberên Rêxistina Mersînê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) tevlî çalakiya nobedê bûn.
Di dema nobedê de ku li avahiya komeleyê dewam dike, dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî azadiya zindanan" û "Bê Rêbertî jiyan nabe" hatin qîrîn.
Hevserokê Çûkûrova TUAY-DER Ergîn Altûntaş diyar kir ku zextên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de ne zêde bûne û got, "Ti ji girtiyên siyasî wê paşve gavê neavêje, berxwedana dayikan jî wê li vir dewam bike."
Beşek ji malbatên girtiyan ên di nobedê de ne ji bo serdana Nobeda Edaletê ya li Edeneyê bikin, bi rê ketin.
EDENE
Çalakiya Nobeda Edaletê ya Edeneyê her roj bi tevlîbûnên nû mezin dibe.
Nobed ji aliyê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) ve tê meşandin. Îro jî Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr serdana çalakiyê kirin.
Dayika Aştiyê Refîka Akin anî ziman ku tevî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew jî tecrîdkirî ne û destnîşan kir ku yekane daxwaza wan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û hatina aştiyê ya ji bo vî welatî ye. Refîka Akin diyar kir ku ji ber Kurd in bi salan e zext û êşkence li wan tê kirin.
WAN
Nobeda Edaletê ya li Wanê bi pêşengiya TUHAY-DER'ê dewam dike. Çalakî îro di roja 16'an de ye. Endamên Rêveberiya Bajarê Wanê yên DEM Partiyê, Endamên Meclîsa Ciwanên DEM, rêveberên navçeyên Payîzava û Artemêtanê serdana çalakiyê kirin.
Beşdaran bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" çalakiya greva birçîbûnê silav kirin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci ku wezîfeya wî hatiğye desteserkirin got, "Tecrîd astengiyek li pêşiya aştî û demokrasiyê ye. Dema ku hevdîtin bi Ocalan re hate kirin, dema ku pêvajoya çareseriyê bi rê ve çû, dilopeke bi tenê ya xwînê jî nerijiya. Kengî pirsgirêka Kurd çareser bibe û Birêz Ocalan azad bibe wê hingî demokrasî û aştî pêk were."
AMED
Nobeda Edaletê ya li Amedê ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) tê meşandin di roja 17'an de ye. Çalakî li avahiya Rêxistina Rezanê ya DEM Partiyê pêk tê.
Ji beşdarên çalakiya nobedê Meryem Tûran xwest ku tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe, Abdullah Ocalan azad bibe û got, "Em daxwaza aştiyeke bi rûmet û yekîtiya gelan dikin. Em naxwazin mirov li girtîgehan bimirin."
STENBOL
Çalakiya li Stenbolê hatî destpêkirin jî di roja 8’an de ye. Çalakî li avahiya DEM Partiyê ya li Bagcilarê hate domandin. Xwişka yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlûm Dogan, Serap Mûtlû Dogan serdana çalakiyê kir.
Di çalakiyê de peyamên ku ji aliyê girtiyan ve hatin şandin, hatin xwendin.
Di peyamê de polîtîkayên tecrîdê hatin şermezarkirin û îşaret bi ruhê têkoşînê hate kirin.