Di çarçoveya çalakiyên sivîl yên Nibêja Înê de bi hezaran kes li bajar û navçeyên Êlih, Amed, Mêrdîn, Şirnex, Riha, Qoser, Nisêbîn, Cizîr Sîlopî, Hezex, Bîsmîl, Farqîn, Melezgîrt, Bazîd û Mêrsînê Misirc, Wan, Colemêrg û Manîsayê kom bûn û ref girêdan. Bi hezaran kesên ku li qadên her carê kom bûn, di serî de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têmeşandin şermezar kir û ji bo yekîtiya gelê Kurd dua kirin. Beşdarên nimêjê piştgiriya xwe dan têkoşîn û raperîna gelê Sûriyê û silavên xwe şandin.
Êlih, Amed, Mêrdîn, Şirnex, Riha, Qoser, Nisêbîn, Cizîr Sîlopî, Hezex, Bîsmîl, Farqîn, Melezgîrt, Bazîd û Mêrsînê Misirc, Wan, Colemêrg û Manîsaye bi hezaran welatî li hev kom bûn û tevlî Nimêja Înê ya Sivîl bûn. Li her navçe û bajarekî bi sedan kes li qadên her carê kom bûn û ji bo Nimêja Înê ya Sivîl ref girêdan. Endam û rêveberên BDP'ê, nûnerên saziyên sivîl yên civakî û gelek welatî tevlî çalakiyên nimêjê bûn û bertekên xwe yên li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonên siyasî anîn ziman.
Li Êlihê bi sedan kes li Baxçeyê Çayê yê Şaredariyê kom bûn û nimêj kirin. Li Amedê bi sedan kes li Sûka Zikê Erdê ya Selahattin Eyyubî kom bûn û nimêj kirin. Li Farqînê bi sedan kes li ber Mala Şînê ya Navendî kom bûn û nimêj kirin. Li Bîsmîlê bi sedan kes li Parka Halîl Îbrahîm Oruç kom bûn û nimêj kirin. Li Cizîrê bi sedan kes li gel germa pir zêde li Parka Şaredariyê di bin siya daran de nimêj kirin. Li navçeya Silopî ya Şirnexê jî bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê ya Silopiyê kom bûn û ref girêdan. Li Rihayê bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê ya Rihayê kom bûn û nimêj kirin. Li Sêrtê bi tevlêbûna rêveber û şaredarên Sêrtê yên BDP'î bi sedan kes li Parka Şaredariya Sêrtê kom bûn û ref girêdan.
Li navçeya Misircê jî bi sedan kesên li avahiya BDP'ê ya Misircê kom bûn û nimêja xwe kirin. Li Hezexê Nimêja Înê bi tevlêbûna nêzî hezar kesan li Parka Aştiyê ya Hezexê hate kirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî bi tevlêbûna sedan kesan nimêj li Navenda Çandê ya Mîttanî ya Parka 100. Yilê hate kirin. Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê nimêj li Mala Gel a Şeyh Davut Yalçinkaya hate kirin.
Li Wanê jî bi hezaran kes li Garaja Şaredariyê ya Wanê ref girêdan û nimêj kirin. Li Colemêrgê jî nimêj li avahiya BDP'ê ya Colemêrgê hate kirin. Li Melezgîrtê nimêj li avahiya BDP'ê ya Melezgîrtê bi girseyî hate kirin. Li Navçeya Turgutlu ya Manîsayê jî bi sedan kesên li Salona Konferansê ya Musa Anter kom bûn nimêj kirin. Li Mêrsînê jî be sedan kesên li seha Basketbolê ya Taxa Guneşê ya Navçeya Akdenîzê kom bûn di bin germahiya zêde de ref girêdan.
Li gel germa ku li hin cihan derket jora 40 dereceya bi hezaran welatî li pişt meleyan kom bûn û ref girêdan. Li her derê weazên bi kurdî hatin xwendin û tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin hate şermezarkirin. Di weazên bi kurdi de raperîna gelê kurd ên Sûrî hate slav kirin û yekîtiya kurdan hate xwestin.