Di Nimêja Sivîl a Înê de banga piştgiriya Rojavaya Kurdistanê

Di Nimêja Sivîl a Înê de banga piştgiriya Rojavaya Kurdistanê

Çalakiyên Nimêja Sivîl ya Înê, li Amed, Mêrsîn, Wan, Êlih, Sêrt, Manîsa, Mêrdîn û navçeyên wan ji aliyê hezaran kesan ve hate kirin. Wekî her hefteyê vê hefteyê jî li gel germahiya zêde bi hezaran welatiyan ref girêdan û piştgirî dan kurdên Sûriyeyê. Bi hezaran kesan xwest her kes hurmetê nîşanî yekîtiya kurdan û mafên kurdan bidin.

Li Amed, Êlih, Sêrt, Riha, Mêrsîn, Wan, Melezgîrt, Bîsmîl, Sîlopî, Farqîn, Cizîr, Nisêbîn, Qoser, Turgutlu, bi hezaran welatî li gel germa zêde ya havînê li qadên berê li hev kom bûn û ref girêdan. Disa wekî her carê welatiyên ku hatin qada nîmêjê karton û secadeyên xwe ji malê anîn û li qadên nimêjê ref girêdan.

Di nimêjên înê de welatiyan bi kurdî (kurmncî û dimilî) weaz dan û xutbe xwendin. Melayan di nimêjê de xwest Kurd yeketiya xwe xurt bikin û li dijî zulmê derkevin. Melayan bang li her kesî kir û xwest piştgiriyê bidin gelê Sûriyê.

Li Wanê nimêja Înê ya bê dewlet bi beşdariya sedan welatiyan li înşata otoparka Şaredariyê Wanê hate kirin. Ji ber Remezanê ku ji her hefteyê welatî zêde tevlî nimêjê bûn bal kişand ser xwe. Li gel bi sedan welatî Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên BDP’ê yê navend û navçeyan amade bûn.

Ji ber bandora meha Remezanê her ku diçe nimêj bi beşdariyek xurt derbaz dibe. Di nimêjê da Mela Ebdullah Uca weazên bi kurdî da banga azadiya welat, biratî û aşîtiyê kir. Uca diyar kir ku, melayek hevalên wan di erdhejê de zerarek mezin dîtiye û bi xizaniyê re dijî. Uca bang li hemû welatiyan kir û xwest ji bo alîkariya wî ji dilê wan çi hat alîkariyek bikin û ji bo alîkariyê gelek pere hate civandin. Uca anî ziman ku, ola îslamê olekî alîkarî û wekheviyê ye. Piştî weazan bi sedan welatî li pey mela rêz girêdan.

COLEMÊRG/MELEZGÎRT

Li Colemêrgê jî bi girseyî nimêja Înê ya bê dewlet hate kirin û rêveberên BDP’ê jî beşdar bûn. Di nimêjê da weazên bi kurdî hatin dayîn piştî weaza welatiyan li pey mela ref girêdan.

Li navçeya Melezgîrtê ya Mûşê jî nimêja înê bi girseyî hate kirin. Rêveber û endamê BDP’ê jî tevlî bûn. Li vir jî banga aşîtî û yekîtiyê hate kirin. Piştî weazan welatiyan li pey mela rêzbûn.