Di Nimêja Îna Sivîl de banga yeketiya Kurdan hat kirin

Di Nimêja Îna Sivîl de banga yeketiya Kurdan hat kirin

Li Amed, Mêrsîn, Wan, Êlih, Şirnex, Sêrt, Mêrdîn, Manisa û gelek navçeyên din bi hezaran kes li qadên Nimêja Sivîl ya Înê kom bûn û li gel germa zêde ya Tebaxê ref girêdan. Bi hezaran kesên beşdarî Nimêja Sivîl ya Înê bûn polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên li ser Kurdan tên meşandin şermezar kir.

Bi hezaran kes li Amed, Mêrsîn, Wan, Êlih, Şirnex, Sêrt, Mêrdîn, Manisa, Qoser, Nisêbînê, Cizîr Silopî, Misircê û gelek navçeyên din kom bûn û di çarçoveya Çalakiyên Nimêja Sivîl ya Înê de ref girêdan. Bi hezaran welatî dîsa li heman qadên berê yên Nimêja Sivîl kom bûn û helewst û polîtikayên hikûmeta AKP'ê şermezar kirin. Dîsa weaz bi kurdî, (dimilî û kurmacî) hatin xwendin.

MELAYAN AKP REXNE KIRIN

Di nimêjan de hemû meleyên ku derketin pêşberî cemaetê helwest û polîtîkayên hikûmeta AKP'ê şermezar kir û xwest AKP dest ji vê polîtîkayên xwe yên înkar, îmha û şer berde. Melayan xwest AKP ji bo aştiyê gavan bavêje. Melayan bang li gelê Kurd jî kir û xwest yeketî û tifaqa xwe xurt bikin.