Di Meclîsa Tirkiyeyê de li gel ku 7 pisporên alîkar ên zimanên wekî çînî, rûsî, erebî û spanî jî di nav de dizanin hatin peywirdarkirin, ji bo kurdî ku tirk weki zimanê ‘Bira’ pênase dikin, tu kes nehat peywirdarkirin.
Sekreterê Giştî yê Meclîsa Tirk, Sadettin Kalkan, diyar kir ku personelê di meclîsê de dixebitin piranî zimanên îngîlizi, frensî û almanî dizanîn, lê got ku pêdiviya wan bi zimanên din jî heye. Kalkan, angaşt ku bi boneya têkiliyên Tirkiyeyê li dervayê welat gelek xurt bûne
Pêdivî bi zimanên wekî çînî, rûsî, erebî û spanî jî hene.
Kalkan, got ku ji ber vê yekê nêzî 40 pisporên alîkar ên zimanên hatine jimartin werin girtin. Lê Kalkan, di daxuyaniya xwe de qet behsa zimanê kurdî ku tirk her tim wekî zimanê ‘Bira’ pênase dikin nekir.
Her wiha di malpera înternetê ya Meclîsa Tirk de amadekariya weşana bi 7 zimanan tê kirin. Di çarçoveya "Projeya Di Zimanê Biyanî de Malpera Webê ya TBMM'ê" 7 ziman hene. Lê projeyê di malperê de cih nedaye zimanê kurdî. Malpera ku îngîlîzî, firansî, erebî, rûsî, almanî, çînî heye, cih nedane kurdî. Balkêş e ku li gel li Tirkiyeyê 20 milyon kurd hene jî dîsa cih nedane kurdî.