'Di lêgerîna heqîqet, edalet û wekheviyê de Ocalan sembolek e'

Profesorê berê yê Fakulteya Hunerê ya Zanîngeha Damanhour Mihemed Rifet El-Îmam diyar kir ku fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ên derbarê jiyana hevpar a aştiyane de li Rojhilata Navîn girîng û guncaw e.

Profesorê berê yê Fakulteya Hunerê ya Zanîngeha Damanhourê Mihemed Rifet El Îmam li ser kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Medya Haberê re axivî.

Mihemed Rifet El Îmam bal kişand ser girîngiya fikrên Ocalan û pêwîstiya xebatên ji bo azadkirina wî. Mihemed Rifet El Îmam destnîşan kir ku Ocalan sembola lêgerîna heqîqetê bi xwe ye.

Girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çi ye?

Ocalan ramanwer û têkoşerekî siyasî û mirovhêz e. Ji bo dozeke mafdar, rewa û xwedî rehên kûr ên dîrokî têkoşiya û di lêgerîna heqîqet, edalet û wekheviyê de semboleke îdeal e." 

Girîngiya fikrên Ocalan ji bo Rojhilata Navîn çi ye?

Nêrînên Ocalan ên derbarê jiyana hevbeş a aştiyane de li Rojhilata Navîn giring û guncaw e. Ocalan di xebatên xwe yên rewşenbîrî de nêrîneke zelal a sedemên krîz û pirsgirêkên herêmî û navneteweyî pêşkêş dike. 

Hûn ji bo pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Ocalan çi dibêjin? 

Pêngava navneteweyî ya ji bo Ocalan fikreke baş e. Di wijdanê mirovî û wijdanê cîhanê de pozîsyona mirovan nîşan dide. Pêwîste ev fikir di çapemeniyê, akademî, hiqûqî û siyasî de hîn bêhtir bê belavkirin. Divê Kurd, Filistînî, Ermenî û hemû gel daxwaza azadiya vê sembola azadiyê bikin.

Ji bo vê pêngavê hûn ji gelê herêmê çi dixwazin? 

Ez bang li rejîma Tirk dikim ku niha ne sibe Ocalan azad bike, Her wiha bang li gelên azad ên cîhanê jî dikim ku ji bo azadiya Ocalan sembol û ramana ku qet namire, bibin yek.