Ji bo serbestberdana şaredarên girtî û siyasetmedarên Kurd li Riha, Mêrdîn, Amed, Wan û Êlihê çalakiyên Pêncşema Reş hatin lidarxistin. Di çalakiyan de banga tevlîbûna mitînga 14'yê Tîrmehê hat kirin û hat gotin; "Di kesayeta Ocalan de gelê Kurd dê bigihîje azadiya xwe.
WÊRANŞAR
Li navçeya Wêranşara Rihayê çalakiya Pêncşema Reş li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê ya li taxa Kişlayê hat lidar xistin. Cîgirê Şaredara Wêranşarê Mehmet Burun, Serokê BDP'a Wêranşarê Mahmut Kaya, nûnerên rêxistinên saziyên sivîl, xebatkarên şaredariyê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Cîgira Şaredara Wêranşarê Suna Ulugturken daxiyanî da û got; "Bi hezaran carî em bên darvekirin jî em ê dev ji riya xwe bernedin. Şaredara me Birêz Leyla Guven, hilbijêr û kedkaran serbest berdin û ji bo aştiyê gav biavêjin." Çalakî bi çepikan bidawî bû.
DÊRIK
Çalakiya Dêrika Çiyayê Maziyê jî li ber avahiya xizmetê ya Şaredariyê hat lidar xistin. Di çalakiya ku pankarta li ser, "Dest li vîna min nede" hatî nivîsandin de posteyê Şaredara Dêrika Çiyayê Maziyê Çaglar Demîrel hat vekriin. Cîgirê Şaredar Dogan Ozbahçecî daxuyanî da û li hemberî qedexeya mitîngê banga tevlîbûna mitîngê kir.
Piştî daxuyaniyê çalakiya 5 deqîqe rûniştinê hat lidar xistin.
QOSER
Li navçeya Qosera Mêrdînê jî bi heman armancê çalakiya pêncşema reş hat lidar xistin. Cîgirê Şaredarê Qoserê Burhan Kurhan, Şemsettîn Sulhan, Leyla Salman, endamên meclîs û xebatkarên şaredariyê û gelek nûnerên rêxistinên saziyên sivîl jî tevlî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa Genel-Îş'a Rihayê Sadik Demîr daxuyanî da û got; "Di kesayeta Ocalan de ewê hemû gelê kurd bigihîje azadiya xwe. 14'yê Tîrmehê bi qêrîna milyonan dê derbasî rûpelên dîrokê bibe. Lewma mitînga ji bo Ocalan azadiyê ji bo me dê hem bibe mitînga azadiyê û hem jî bibe mitînga rûmetê.
Daxuyanî bi çalakiya 5 deqîqe rûniştinê bi dawî bû.
AMED
Xebatkarên Şaredariya Peyasê ji bo serbestberdana şaredarê Peyasê Zulkuf Karatekîn, cîgirê wî Sabahattîn Dînç û siyasetmedarên kurd 126'emîn çalakiya xwe ya pêncşema reş lidar xistin. Xebatkarên şaredariyê û nûnerên rêxistinên saziyên sivîl tevlî çalakiyê bûn. Ji meclîsa astengdaran Îlyas Fîlîzay daxuyanî da û got; "Em wekî welatiyên astengdar şer naxwazin. Divê makezagona demokratîk bê çêkirin, hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan û hevdîtinên li Osloyê berdewam bikin. Dîsa divê tevî Tirkî Kurdî jî bibe zimanê fermî û astengiyên pêşberî kurdî bên rakirin."
Fîlîzay banga tevlîbûna mitînga 14'yê Tîrmehê li Amedê dê bê lidar xistin kir û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Ji bo alozî dernekeve astengdar di refên pêş de dê cih bigirin. Em hemû welatiyên xwe yên astengdar vedixwînin mitîngê. Berpirsyarê tiştên bên jiyîn dê Waliyê Amedê û hikûmeta AKP'ê be.
Daxuyanî bi 5 deqîqe çalakiya rûniştinê bidawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê jî çalakiya Pêncşema Reş di hefteya 127'an de li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê berdewam kir. Di çalakiyê de endamê Meclîsa BDP'ê Osman Ergin, endam û rêveberên BDP'ê yên Êlihê, Wekilê Şaredarê Êlihê Serhat Temel
Parlementera Ewropayê ya berê Feleknas Uca û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Di çalakiyê de Serokê Odeya Ajokaran û Dolmîşan a Êlihê Mehmet Tekin, girtina şaredar û siyasetmedaran şermezar kir û anî ziman ku dê pirsgireka kurd bi diyalog û muzakereyan çareser bibe. Tekîn tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî şermezar kir û xwest tecrîd bi dawî bibe.
Daxuyanî bi 5 deqîqe çalakiya rûniştinê bidawî bû.
WAN
Li Wanê jî nûnerên saziyên sivîl ên girêdayî DÎSK'ê rêveberên BDP'ê li ber avahiya Şaredariyê girtina şaredar û siyasetmedarên kurd şermezar kirin. Koma ku li ber Garaja Şaredariyê li hev kom bû, heta avahiya Şaredariyê meşiyan. Girseya ku di bin dorpêça polîsan de meşiyan. Di daxuyaniyê de nûnerên ÎHD, KESK, MEYA-DER jî amade bûn û piştgiriya xwe anîn ziman. Komê di çalakiyêde dirûşmeyên girêdana Şaredar û siyasetmedaran tîne ziman berz kirin. Li ser navê komê Serokê Genel Îş'ê Salih Îpek daxuyanî da û anî ziman ku daxwazên gel li ber çavan nayên girtin û operasyonên siyasî û leşkerî berdewam dikin.
Li vir jî pişti daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî.
LI QELQELIYÊ JÎ ÇALAKIYA BÊDENG PÊK HAT
Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê jî ji bo şermezarkirina girtina Şaredar Murat Durmaz çalakiya bêdeng hate lidarxistin. Girseya ku li ber avahiya Şaredariyê kom bû, girtina siyasetmedar û şaredaran şermezer kirin û xwestin şaredar û siyasetmedarên kurd serbest bên berdan. Girsê anî ziman ku heta şaredarê wan serbest bê berdan dê çalakiyên xwe berdewam bikin.