Di Ford Ranger de kontrayên kincên gerîla li ser wan

Hat ragihandin ku kontrayên bi wesayîtên Ford Ranger li gelek navçeyên qedexeya kolanan hatin îlankirin digerin û li ser dîwaran “Tîma Esedullah” dinivisînin, kincên gerîla li xwe kirine û bi 3 wesayîtan hatine Cizîrê.

Hat ragihandin ku kontrayên bi wesayîtên Ford Ranger li gelek navçeyên qedexeya kolanan hatin îlankirin digerin û li ser dîwaran “Tîma Esedullah” dinivisînin kincên gerîla li xwe kirine û bi 3 wesayîtan hatine Cizîrê.

Kontrayên ku li navçeyên wek Cizîrê, Silopiya, Nisêbîn, Sûr û Farqînê yên qedexeya derketina kolanan hatin îlankirin, bi Ford Ranger ên camên wan reş digerin vê carê kincên gerîlayan li xwe kirine û hatine Cizîrê.

Çavkaniyên agahî dan ANF'ê diyar kirin ku kontrayên kincên gerîla li ser wan bi 3 wesayîtên Ford Ranger li ser rêya Midyad-Hezex hatin Cizîrê û derbasî yekîneya leşkerî bûne.