Polîsan piştî ku cenazeyê gêrîla Şukru Sezer (Keskîn Suruç) yê li bejahiya navçeya Melezgira Mûşê jiyana xwe jidest dabû hat veşartin nasnameya kesên ku tevlî merasimê bûne desteser kir û 80 ciwan xistin binçavan.
Malbata gêrîla Şukru Sezer (Keskîn Suruç) yê di pevçûna 27'ê Pûşperê li bejahiya Melezgira Mûşê nêzî gundê Zikreşê de jiyana xw jidest dabû duh piştî ku cenazeyê kurê ji morga saziya edlî ya Meletiyê girtin û birin Mêrsînê. Cenazeyê gêrîla Keskîn îro bi merasimekê anîn goristana Guneykentê. Hat hînbûn ku şopa derbê li ser bedenê gêrîla Keskîn hatiye dîtin. Ciwanên ku darbesta gêrîla Keskîn bi rengên kesk û sor û zer rapêçandin bê naber dirûşmeyên wekî; "Bijî Serok Apo", "Rêhevalê Ocalan nemire" û "PKK tolhildan" qêriyan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên gêrîla Keskîn bilind kirin.
Girseya ku bi meşê heta goristanê meşiya, rastî anonsa, 'em dê mûdaxale bikin' hat. Girseyê jî li ser vê yekê nerazîbûn nîşan da. Piştî ku gêrîla Keskîn hat veşartin sirûda, Çerxa Şoreşê hat xwendin. Parlementerê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu di merasimê de axivî û got; "Gelê Kurd di nav lêgerîna mafên xwe de ye. Ji bo mafên xwe bedel dide. Cenaze hatiye derpkirin. divê ji bo bedenê mirî rêz bê girtin. Ji bo azadiya neteweyekê neteweke din têkoşîn nade, lewma gelê kurd ev 30 sal in bedel dide. Ji bo êdî ev mirin pêk neyên em ê têkoşîna xwe hê bilindtir bikin."
MÛDAXALE Û BINÇAVKIRIN
Piştî daxuyaniyê Hevserokên BDP'a bajêr, endamên YAKAY-DER, GOÇ-DER, KURDÎ-DER, MKM, Kongreya Demokratîk ya Gelan jî di nav de bi hezaran kes rastî mûdaxaleya polîsan hatin. Nasnameyên gelek welatiyên ku ji goristanê derketin hatin desteserkirin, ji 100 ciwanan zêdetir kes dorpêç kir û bi copan mûdaxale kir. Kurkçu li hemberî mûdaxaleyê nerazîbûn nîşan da û got; "êrîşa li hemberî merasima cenaze êrîşeke dij-demokratîke. Polîsan li vê derê 80 ciwan xistin binçavan. 80 Ciwan bi 3 otobûsan birin midûriyeta polîsan ya Mêrsînê. Hevserokên BDP'a bajêr Musa Kulu, Aynur Aşan û Parlementer Ertugrul Kurkçu çûn ber midûriyeta polîsan ya Mêrsînê.