Di êrîşa li ser malbatên TAYAD’ê de 2 binçavî

Di êrîşa li ser malbatên TAYAD’ê de 2 binçavî

Malbatên TAYAD’ê yên jib o piştgirî dayîna Sûltan Işikli ya ji aliyê polîsan li Taxa Gaziyê hate gulebaran kirin, li ber nexweşxaneyê kombûn polîsan bi gaza bîberê û copan êrîş kir û 2 kes binçavkirin.

Duh li Taxa Gazî ya Stenbolê Hasan Selîm Gonen û Sûltan Işikli ji aliyê polîsan ve hatin gulebaran kirin û di encamê de Hasan Selîm Gonen hate qetilkirin. Sûltan Işikli jî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Okmeydaniyê di bin çavan de tê girtin.

Malbatên TAYAD’ê yên ku jib o piştgirî dayîna Sûltan Işikliyê xwestin li ber nexweşxanê çalakiya rûniştinê pêk bînin, dema ku polîsan jî destûr neda nîqaş derket. Polîsan bi gaza bîber û copan êrîşî malbatan kir, 2 kes binçavkirin. malbatan aşkera kir ku, ew dê di derbarê tundiya polîsan de daxuyaniyek ya çapemeniyê bidin.

Wesayîtên zirxî û bendên polîsan yên li derdora Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Okmeydaniyê bale dikêşin.