Di doza KCK’ê de israra parastina bi Kurdî

Di doza KCK’ê de israra parastina bi Kurdî

Di doza KCK’ê ya Stenbolê de parêzeran qedexeya Kurdî ya darizandinên 12’ê îlonê bi bîr xist û xwestin ku parastina bi Kurdî bê kirin. parêzeran xwestin îdianame hemû ji aliyê dozger ve bê xwendin.

Doza 205 siyasetmedarên Kurd li Sîlîvriyê didome. Parêzeran der barê darizandinê de daxwazên xwe anîn ziman.

Pêşî parêzer Taylan Tanay mafê axaftinê girt û got der barê darizandinê de pengavek tune. Tanay diyar kir ku dîwana dadgehê ji her pêşveçûneke der barê darizandinê ji derveyî salona dadgehê be jî eleqeder dike û wiha got: “Em dikevin dozên 15’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê. Em li Çaglayanê rûniştinê dişopînin. Qertên me yên buroyê ya li gorî qanûna parêzeriyê hatiye dayîn, li Sîlîvriyê nayê qebûlkirin? Li gorî qanûna parêzeriyê ji bilî rewşa sûc, parêzer nayên lêgerîn. Lêdana parêzeran, bandorê li ser darizandina adîl dike. Ger ku hûn têketina me ya salonê asteng bikin, ev tê wateya lêdana parêzeran. Cenderme qerteke didin me û ev qert ji nasnameya me ya parêzeriyê bilindtir tê dîtin. Em vê qebûl nakin. Xwendina kakila îdianameyê jî li dij CMK’ê ye. Dirêjbûna îdianameyê ne kusurê meye. Dozger wisa nivîsandiye. Ked daye. Bila bê li vir bixwîne.”

Tanay da zanîn ku li gorî peymana Lozanê û peymanên navneteweyî divê mafê parastina zimanê zikmakî bê qebûlkirin û wiha pê de çû: “ Tu hewldaneke bo çarseriya pirsgirêka Kurd nîne. Ger hûn xwe alîgir îlan bikin, wê demê darizandineke adîlane pêk nayê. Qebûlkirina parastina bi zimanê zikmakî nayê wateya serî tewandinê. Ji ber kuhun divê pirsgirêkê de ne alî ne.”

Parêzer Ercan Kanar jî got ku divê heyeta dadgehê dev ji vê nêzîkatiyê berde û wiha got: “Dema em tên vir wekî em bikevin hawira şer. Daraz divê dawî li vê zexta mîlîter bîne. Di salên dawî de min dozeke bi vî rengî nedtiye. Di 12’ê îlonê de ji nasnameya parêzeriyê bwerî hebû. Xwedina îdianameyê ya aliyê spîker ve li dijî usulê ye.

Parêzer Abdurahman Ozturk jî got;”Divê heyeta dadgehê ji biryara xwe ya redkirina parastina bi zimanê dayikê vegere.”

Parêzer Ayşe Acinikli, Talat Aydin û Ridvan Balkuyu jî gotin dosyake din ya muvekîlên wan hefteyeke berê bi vê dozê re kirine yek Û gotin dê muvekîlênw an çawa di nava hefteyekê de 2 hezar û 400 rupelî bixwînin.

Parêzer Mehmet Taşçi jî got êrîşa li dijî parêzeran li dijî parastinê ye û xwest li dijî dadgehê serlêda sûc bê kirin. Parêzer Şefîk Ozturk jî got; “Ev dîmenên danişînê Kapma Nazî tîne hişê mirovan û got ji sedî 90’ê îdianameyê nayê fêm kirin.” Parêzer Emîn Şeker jî xwest di dema xwendina îdianameyê de bila tercumana kurdî bê dîtin.

Parêzer Guray Dag jî got; “Lli şûna Dadgehên Rayeya Taybet,mirov li DGM yan digirin û got niha jî li herêmê dadgehên terorê tên avakirin. “

Parêzer Gulbîn Aydin raporên derbarê pirsgirêka kurd ya TUSÎAD’ê bi bîr xist û wiha got: “Dema TUSÎAD ji bo Kurdan diaxive dibe pirsgirêk. Lê dema Kurd diaxivin tên darizandin. Wê demê mafê parastinê ji TUSÎAD’ê bipirsin.”

Parêzer Abdulbakî Boga jî wiha got: “Ferkirina tirkî ne mirovahiye. Dadgeh dibêje muvekîl bi tirkî baştir xwe îfade dikin. Ji sedî 95 kurdî diaxivin. Di jiyana rojane de jî xwe wisa îfade dikin. Her wiha ji bo vê divê kesê zana bê tayîn kirin.

Parêzer Tamer Dogan jî nîşeyeke der barê kurd ya fermandarê kolordu ya darizandina dema 12’ê îlonê xwen û wihgot: “32 sal berê parastina kurdî qedexebû. Îro jî em wisane. Îro jî qedexeye. We got paratina bi tirk ji bo girtî bi fêdeye. Ev şantaje. “ Parêzer Umît Avci got divê dawî li vê bêhiqûqiyê bê.

Piştî daxwazên parêzeran navber dan danişînê.