Li Tirkiyeyê dadgehekê ji bo sirûda helbestvanê Kurd Cegerxwîn ya ku di sala 1970’î çêkiribû ya bi navê ‘Herne Pêş’, tespît bike ku ‘ka sirûda PKK’ê ya na’ kesek wekî kesê dizane peywirdar kir û derket holê ku ev kesê dizane polîse.
Xwendekarê Tipê Zulkuf Akelma di 13 Gulana 2011’an de li Enqereyêdi mîtînga Yekitiya Tabîbên Tirk de ji ber ku sirûda Herne Pêş xwendibû derbarê wî de doz hatibû vekirin. Di dozê de skandaleke din derket holê. Li gorî nûçeya rojnameya Radîkalê dadgehê kesek peywirdar kiriye ku bo tespît bike ka ‘Ev sirûda PKK’ê ye an na.’ Lê derket holê kesê peywirdarkirinyê bi navê D.T polîse. Wergeha D.T ya sirûda Herne Pêş jî şaşiyên wê bê sînore.
D.T ku bi belgeyên dadgehê de peywirdare û di beşa pisporiyê de wergera kurdî dike, diyare ku wî sirûd werger nekiriye û li ser malpera vîkîpedîa raste rast girtiye.
Polîs D.T ku dadgehê wekî pisporê kurdî tayîn kiriye ji bo hevoka ; ‘Keçên nû gihan em dixwazin xebat/ me canê ciwan daye rêka welat’ wekê ‘Körpecik kızlar biz çalışmak istiyoruz, bu körpe canı vatan yoluna verdik’ werger kiriye. Di beşeke din a raporê de jî wergereke wiha ‘Baş koymuştur bu yola taze kızlarım, önderliðe feda ettim körpecik hanım’ cih girtiye.
Di raporê de wiha tê gotin; “Herne pêş. Sirûda kurdî ye. Ji helbesta helbetkar Cegerxwîn hatiye girtin. Di nava berhemên ku bang li têkoşîna şoreşgeriya sosyalîzmê dike ye. Ji sala 1970’î heta niha heta niha tê gotin. Wekî nav tê wateya pêşveçûnê. Di heman demê de di albumên Grup Yorum û Şivan Perwerde jî cih digirin. Favoriya ciwanên kurde.”
Di darizanina ku ji aliyê 12 cegazaya giran a Enqereyê ya Rayaye Taybet de hatiye kirin de, Akelma ji ber sirûdeke ku beriya PKK’ê hatiye nivîsin xwendiye û daye xwendin bi hinceta ku ‘propagandaya rêxistinê kiriye tê darziandin.
Midûriyeta Polîsan Enqereyê jî di nivîsa ku şandibû dadgehê de wiha dibêje: hatiye tespîtkirin ku Akelma ev stran ji bo mensubên ku faliyetên PKK/KCK’ê dimeşîne gotiye.