Di doza Ergenekonê de JÎTEMvan li ser dikê ne

Di doza Ergenekonê de JÎTEMvan li ser dikê ne

Di doza Ergenekonê ya li Sîlîvriyê tê dîtin de vê hefteyê dê Alaatîn Çakici, Kurşat Yilmaz û Adîl Tîmûrtaş weke şahid bêne guhdar kirin.

Li gorî salnameya guhdarkirinê ya ji aliyê dadgehê ve hatiye aşkera kirin, dê di 26’ê Tîrmehê Alaatîn Çakici û stratejîst Mehmet Ozcan, 27’ê Tîrmehê jî Adil Tîmûrtaş û Kurşat Yilmaz bêne guhdar kirin.

Adil Tîmûrtaşê ku di serî de ji kuştina Mûsa Anter û tê îdîakirin ku, tiliya wî di gelek kuştinên kiryarên wan nediyar de heye tê sûcdar kirin, hêjan ji sûcê avakirina rêxistinên sûc li girtîgehê dimîne.

Tîmûrtaşê ku yek ji îtîrafkarê PKK’ê yê berê ye tê zanîn ku, di demên berê de têkiliya wî li gel Velî Kuçuk yê ji Doza Ergenekonê tê darezandin hebû û di faliyetên JÎTEM’ê yên li Kurdistanê de erk girtiye.