Di doza Denîz Poyraz de kesekî xwest bi çekê bikeve edliyeyê
Di rûniştina doza Denîz Poyraz a ku di sala 2021'an de di avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê de hat qetilkirin de, kesekî ku di destê wî çek hebû xwest bikeve edliyeyê.
Di rûniştina doza Denîz Poyraz a ku di sala 2021'an de di avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê de hat qetilkirin de, kesekî ku di destê wî çek hebû xwest bikeve edliyeyê.
Rûniştina 4’emîn a Doza Denîz Poyraz ku kujer Onûr Gencer jê tê darizandin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê pêk hat.
Di kêliya ku wê rûniştin dest pê bikira, kesek di deste wî de çek hebû xwest bikeve edliyeyê. Vî kesî li ber edliyeyê tetîka çeka xwe kişandiye û gotiye, “Ez ê we hemûyan gulebaran bikim.”
Balkêşe ku ev kesê di destê wî de çek hebû heta ber deriyê avahiya edliyê hat jî, lê polîsan mudaxile nekiriye. Yên ku tevlê rûniştinê bûn bertek nîşanî rewşê dan, lê bi lêdana polîsan re rû bi rû man.
Piştre kesê çekdar hat destgîrkirin.