Doza Mûsa Anter a ku endamên JÎTEM'ê tên darizandin a li 6. Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin de dadgehê der barê endamê JÎTEM’ê Mahmût Yildirim (Yeşîl) de ji bo bê girtin biryar girt û dozê taloqî 14’ê Gulanê kir.
Rûniştina yekemîn a doza Mûsa Anter a ku endamên JÎTEM'ê tên darizandin piştî ku bi biryara Dadgeha Bilind neqlî 6. Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate kirin, hate dîtin. Di dozê de malbata Mûsa Anter, parêzerên malbatê û parêzerên bersucan, bersucên girtî Hamît Yildirim û yê bêyî girtî tê darizandin Savaş Gevrekçî û welatî amade bûn.
Heyeta dadgehê ewil biryara biryara 6. Dadgeh Cezayên Giran a Amedê ya hinceta neqilkirina dozê xwend. Piştî ku biryar hate xwendin parêzerê malbata Anter Selîm Okçuglu mafê axaftinê xwest û xitabî heyeta dadgehê kir û got ku piştî ku ev doz hate dîtin heyeta sêyemîn e ku tê guhertin, ev doz bi biryarekî siyasî hate neqilkirin. Okçuoglu anî ziman ku ev yek jî der barê doz çawa ye fikrekî dide wan û kêmasiyên di warê edaletê de jî derdixe holê. Okçuoglu xwest der barê endamê JÎTEM’ê Mahmut Yildirim (Yeşîl) de bi bultena sor biryara girtinê bê derxistin û ji ber ku der barê bersuc Hamît Yildirim de jî ji ber ku delîlên şenber û giran hene girtibûna wî berdewam bike, der barê Savaş Gevrekçî yê ku bêyî girtî tê darizandin jî biryara girtinê bê dayîn.
Piştî parastina Okçuoglu, heyeta dadgehê mafê axaftina da bersuc Savaş Gevrekçî. Gevrekçî ewil xwest der barê wî de biryara beraetê bê dayîn û piştre jî xwest têkîldarî qetilkirina Mûsa Anter biaxive lê dema ku dest bi axaftinê kir ji aliyê serokê heyetê ve axaftina wî hate qutkirin û nehîşt biaxive.
Piştî axaftinan heyeta dadgehê navbereke kurt da rûniştinê û piştî navberê biryara “Ji ber ku der barê bersuc Hamît Yildirim de delîlên şenber û giran hene daxwaza serbestberdana wî bê redkirin, daxwaza bi girtî darizandina Savaş Gevrekçî bê redkirin, der barê Mahmut Yildirim de jî bi biryara girtinê” da. Dadgehê doz taloqî 14’ê Gulanê kir.