Di doza ÇHD’ê de biryara dewamkirina li rehînetiyê

Di rûniştina Doza ÇHD’ê de, hate diyarkirin ku daraza Tirk ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve tê birêvebirin. Ji rûniştinê biryara berdanê derneket.

Rûniştina 7’emîn a doza ku Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli, parêzer Barkin Tîmtîk û 20 kesên din bi sûcdariya “rêveberiya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” tên darizandin şûna 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ji ber hejmara temaşevanan a zêde li salona Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê hate dîtin.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Îlknûr Alcan û parêzerên OHD û ÇHD’ê beşdarê rûniştinê bûn. Her wiha hejmareke zêde parêzer û gelek parêzerên ji baroyên Fransa, Îtalya, Swîsre, Elmanya û Belçîkayê, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Stenbolê Zuleyha Gulum, Dilşad Canbaz, parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû û parlamenterên Stenbolê yên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Sera Kadigîl û Ahmet Şik jî tev li rûniştinê bûn.

Serokê Giştî yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli û parêzer Oya Arslan, Barkin Tîmtîk û Ozgur Yilmaz ji Girtîgeha Sîlîvriyê ku lê girtî ne tev li rûniştinê bûn. Kozagaçli û kesên pê re bi berzkirina dirûşmên ketin eywana danişînê. Li ser vê yekê temaşevan û parêzeran jî ji bo wan li çepikan dan. Kesên negirtî dihatin darizandin jî tev li rûniştinê bûn. Rûniştina bi xwendina belgeyan dest pê kir. Dozgerê têkildarê daxwazan mafê axaftinê dane wî xwest ku girtina Kozagaçli û parêzeran dewam bike.

Piştre parêzer Hasan Fehmî Demîr, Ogûzhan Topalkara, Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû mafê axaftinê girtin û axivîn.

DAXWAZA BERDANÊ NEKIR

Piştî axaftina parêzeran Selçûk Kozagaçli mafê axaftinê girt û axivî. Kozagaçli bi bîr xist ku bi ser mirina Ebrû Tîmtîk re 2 sal derbas bûn û Tîmtîk ji ber xemsariya dadgehê jiyana xwe ji dest da. Kozagaçli da zanîn ku 7 sal in girtî ye, 10 sal in tê darizandin û anî ziman ku carekê jî daxwaza berdanê nekiriye û nake jî. Kozagaçli ji cîhanê mînak dan û da zanîn ku li cîhanê rewşa girtinê herî zêde 7 sal in.

‘HÛN NIHA NIKARIN BI RÊ VE BIBIN’

Kozagaçli diyar kir ku ew 25 sal e parêzer e, ji roja ku dest bi pîşeyê xwe kiriye û vir ve telefonên wî hatine guhdarkirin, 20 sal in bi awayekî fizîkî tê şopandin û got: “Ji ber ku dewlet nikare bê rêvebirin, ez girtî me. Di pêvajoya 17-25’ê Kanûnê de dozgerê ku hewil da guhê Hakan Fîdan û Erdogan bigire û bîne edliyeyê ez jî di 22’yê Kanûnê de girtim. Min li bûyera Şemzînan, dozên JÎTEM'ê yên Amed û Cizîrê nêrî. Wê demê tiştek tune bû. Dewlet ji ber ku nikare bi rê ve bibe êrîş dike. Hûn niha nikarin bi rê ve bibin, hêvî dikim ku hûn hilweşin.”

BAL KIŞAND SER OCALAN Û PARÊZERÊN WÎ

Kozagaçli qala “pêvajoya diyalogê” ku di sala 2013’an de dest pê kiribû kir û da zanîn ku di vê pêvajoyê de parêzerên Ocalan re hevdîtin hate kirin. Kozagaçli diyar kir ku li ser daxwaza dewletê vegotinên Ocalan birine Qendîlê û got: “Ji ber tecrîdê zehmet bû ku vegotinên Ocalan bibin Qendîlê. Ji ber vê yekê pêwîstî bi parêzeran hebû. Ji ber vê yekê keştî û helîkopter hatin amadekirin. Parêzeran daxwazên ku zanebûna dewletê pê hebûn ji wan re birin. Niha ji ber vê sedemê parêzer tên darizandin. Yekemîn doza di der barê KCK'ê de ji bo parêzeran hat vekirin. Li wir 22 parêzer hatin darizandin. Di nav wan da miwekîlên min hebûn. Ma ev yek ne ‘bêexlaqî’ ye?”

Piştî Serokê Giştî yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli, parêzer Barkin Tîmtîk û Oya Aslan mafê axaftinê girt. Piştî axaftinên Aslan û Ozgur Yilmaz dadgehê biryara dewam kirina girtinê da û rûniştin taloqî 7’ê mijdarê kir.