Li Bûrsayê di Nîsana 2008’an de Huseyîn Uzmez tecawizî zaroka keç ya binavê B.Ç 14 salî kiribû û 13 sal 1.5 cezayê lê hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate pesend kirin. Uzmezê dihat xwestin ji sûcê “Hurriyetî tahdit” bê cezakirin û derketina dervey welat lê hatî qedexekirin biryara girtina Uzmez hate derxistin.
Li Bûrsayê di Nîsana 2008’an de Huseyîn Uzmezê 80 salî tecawizî zaroka keç ya binavê B.Ç 14 salî kirî û ji vî sûcî 13 sal û 1.5 ceza lê hatî birîn, dosya ji aliyê 14’mîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind ve hate vekolîn û biryar hate dayîn. Dadgeha Bilind ji sûcê “Tecawizkirina zaroka keç ya di temenê biçûk de” cezayê Huseyîn Uzmez pesend kir.
Dadgehê bipiraniya dengan biryara 4’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Bûrsayê ya sûcdariya “Hurriyetî tahdit” serbest berdan xirapkir û xwest Uzmez bête cezakirin. Uzmezê ku di derbarê wî de qedexeya derketina dervey welat hatî derxistin û biryara girtina wî hate girtin, dema hat girtin, dê bibe cara 3’mîn ji vê dozê tê girtin. Her wiha Dadgeha Bilind xwest dayîka mexdûr B.Ç’yê Lîvaze Ç jî carek din bê darezandin. Huseyîn Uzmez û Lîvaze Ç dê di rojên pêş de li 4’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Bûrsayê bêne pêşiya darazê.